Nûçe

KOMKAR-Almanya: Em êrîsa li ser Qamislo sermezar dikin

Rêxistina Terorîst a DAÎS’ê dîsan rûyê xwe ê qirêj nîsan da.

Di roja 27.07.2016’an de DAIS’ê bi du trimbêlên bombeyî êrîs bir ser xelkê Qamisloyê.

Di encama vê êrîsa terorîstî û hovane de heta niha piraniya wan sivîl 50 kes sehîd ketine û zêdeyî 175 kesan jî birîndar bûne, ku birîna gelek kesan jî gelekî girane.

Wek ku tê zanîn eve ne care yekemîne, ku rêxistina terorîst a DAIS’ê êrîsên wiha hovane yên bi vî rengî dibê ser gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û kurdan di qetlîman re derbas dikê. Li Kobanî, li Hesekê, li Qamislo û li çend cîyên din, dem bi dem bi van karên terorîstî ve rabûne û li diji Kurdan komkujiyê pek anine.

Em vê êrîsa terorîstî û hovane bi tundî mahkum û sermezar dikin, sersaxiyê ji malbatên sehîdan û gelê kurd re dixwazin û daxwaza sîfaya xêrê jî ji hemû birîndaran re dikin.

Em bangî tevaya raya gistî dikin ku alîkarîya Qamislo û Kurd û Kurdistanê bikin û di zûtirîn dem de destê alîkarîyê dirêjî birîndaran û malbatên sehîdan bikin.

Em herweha bangî PYD’ê ji dikin ku rê bidin Pêsmergeyên Rojavayê Kurdistanê herin rojawayê Kurdistan ku hemû hêzên kurdî li gel hev li dijî van har û hovên DAÎS’ê û hemû dijminên kurd tekosîna xwe bidin.

Bimrê rexistina terorîst a DAIS’ê !

KOMKAR-Almanya

Berlin, 28.07.2016

Dengê Kurdistan

Back to top button