KOMKAR-Avusturya û Pêsengeha Pirtûkên Kurdî

Yusuf Budak
Di roja pençsem 25 -29 yê Nîsanê 2013 an li bajarê Viennayê bi destê KOMKAR-Avusturya pêsengeha pirtûkên kurdî ya nehemîn hat avakirin. Tê zanin ku li Viennayê KOMKAR-Avusturya ev neh sal e ku pêsangeha pirtûkên Kurdî ava dike û di dema pêsangehê de gazî nivîskarên Kurd û dostin kurdan dike.Bi teybetî KOMKAR bernameyeke çandî û bi rengî pêskes dike. Cîyê pêsangeha pirtûkên Kurdî bi wêneyên Hasan Aslan hatibûn xemilandin.
Pêsangeh di roja 25 an saet 19.00 an de bi axaftina birêz Metin Can ve bû. Metin destpêkê de bi zimanê kurdî û almanî xêrhatina mêhvanan kir û pistra gazî li koma muzîka Meral Kiliç kir. Wan jî mêhvanan ra bi zimanê kurdî sitran pêskês kirin. Mêhvanan û besdaran jî bi dil û can wana ra çepik lidan.
Metin,pistra heqê axaftinê da mêhvanan.,bi navê (MA 17) birêz Stefan Almer, Bi navê newêngera Patiya keskan birêz Senol Akkiliç,bi navê rêxistina karkeran (AK Wien) xanim Dina Affenzeller-Greifbi,bi navê (BR Favoriten) birêz Marcus Franz,bi navê grûba mamosteyên Kurd birêz Kenan Demirol,bi navê VHS Favoriten birêz Hanner Gmeiner axaftin kirin.Birêz Hanner Gmeiner di axaftina xwe de piranî li ser pêsengaha pirtûkên kurdî sikinîya. Pistra wiha got :’ Ne tenê ba me pêsengeha pirtûkên kurdî heye; ba me qûrsên zimanê kurdî jî hene.Ez hêvîdarim ku pêsengeha pirtûkin kurdîya dehem jî ba me dibe.’Bi vî awayî kêfxwesîya xwe bi kurdan enî ziman.
Hemû an,di axaftina xwe de giranî û hêjaya vê çalakiya çandî nîsan dan. Bi teybetî li ser zimanê Kurdî sekinîyan û KOMKAR pîroz kirin. Daxwezîya hemû an derket holê ku,ew bi pêsengeha pirtûkên kurdî va kêf xwes bûn.
Pistra birêz Metîn Can gazî li koma muzîka Umut Akar kir. Wan jî bi zaravayê zazakîkurmancî sitran gotin. Mêhvan û besdar bi wan kêfxwas bûn.
Lê belê ne tenê ew bûn. Dengbêj xanim Olcay jî amede bû û ji hevdû bastir sitran,bi zimanê tirkî û erebî xwandin. Mêhvanan û besdaran jî bi dil û can wê ra çepik lidan.
Roja 26 an xanim Özlem Topcu û birêz Kenan Dogan Güngör di axaftinin xwe de li ser karkerên mêhvan û hindikahîyê sekinîyan. Besdaran jî ji wan pirsin xwe pirsîyan,sirove kirin û pêsnarên xwe gotin. Bi teybetî konferens bi zimanê almanî bû.
Roja 27 an Grûba mamosteyên Kurd jî hatibû. Ji ber ku di vê pêsengaha pirtûkên kurdî de grûba mamosteyên Kurd jî bername amede kiribûn.
Bernema mamosteyên Kurd:
_ Mamoste Yusuf li ser pêvîstîya zimanê kurdî axaftina xwe domand û daxwezin xwe dêy û bavên zarokan ra got
_ Zarokan gor tîpên kurdî ‘A,î,N,Q,W,X ‘ bi zaravayê kurmancî helbes xwendin û mamoste Baris û mamoste Seydo jî alikarîya zarokan kirin.
_ Bi zaravayê zazakî çîroka ‘Pîrê û Rûvî ‘ lîstin. Mamoste Songül xanim û mamoste Naciye xanim jî alikarîya zarokan kirin
_ Ji mêhvanan birêz Alî Sahid jî bi zaravayê zazakî çîrok got
_ Ji grûba mamostehan mamoste Alî bi zaravayî kurmancî helbes xwand û mamoste Tarik jî bi tembûra xwe alikarîya helbetxwandawanan kir
_ Grûba mamostan,di dawîyê de wakû xelat pirtûkên kurdî û bestenî (dondurma) dan zarokan.
Dêy û bavên zarokan jî bi zarokin xwe va hatibûn û wêneyên zarokan kisandin.Bi rastî rûyê hemûan dikenîya û grûba mamostahan ra spaskirin.
.Xudîyê pirtûkxane (Firat kitabevi )birêz Ahmed û mamoste Kenan jî sekir û ala kurdî dan zarokan. Zarok gelek dilsa bûn.
Konferensek balkêsê din jî hebû.Di vê Konferensê de ji HAK-PAR ê parêzger birêz Mehmet Baykara hebû.Birêz Baykara di axaftinin xwe de bal kisan ser zagona bingehîya nû û çek danîna PKK ê. Piranî li ser rewsa partîyên legal sikinîya û bal kisand ser helbijartina pêserojê. Besdaran jî pirsên xwe ji wî pirsîyan û daxwezîyên xwe pêskês kirin.
Roja 28 an birêz Eren Kiliç bi zaravayê zazakî û tirkî çîrokên xwe bo besdaran pêskês kir.Pistra jî li ser pêvîstîya zimanê kurdî sekinîya.Bo dêy û bavan jî daxwazin xwe got. Besdaran jî pirsin xwe ji birêz Eren pirsîyan.
Lê belê roja yeksem helbes xwandin jî hebû. Xanim Kiymet Aslan û degbêj Serdar alikarî bihev kirin. Xanim Kiymet helbestên xwe xwandin û degbêj Serdar jî bi tembûra xwe û dengê xwe besdar dan sakirin. Besdaran jî bo wan çepik lêdan.
Kurdên li Viennayê,di van rojan de hatin serdanîya pêsengeha pirtûkên kudî. Li vê pêsengeha balkês de pirtûk kirîyan û bi nivîskaran dan îmzakirin. KOMKAR-Avusturya jî bi mêhvanan û besdaran ra kêfxwes bû.
Dengê Kurdistan