KOMKAR Danimarka: Em êrîsa PKK’ê a li dijî PDK-Î mahkum dikin

Kustina kurdan bi destê kurdan pêwîste ji bo her kurdekî xeta sor be.
Ev çend roj bûn li Rojhilatê Kurdistanê, li herêma Kelesînê di navbeyna pêsmergeyên Partîya Demokrata Kurdistan-Iran (PDK-Î) û gêrîlayên PKK’ê de alozîyekê rûda bû. Berpirsên PDK-Î li ser vê alozî û nakokîyê ji bo rîya çareserîyê daxwaz û bangawazîya dîyalogê kirin. Mixabin berpirsên PKK’ê xwe nêzîkî vê yekê nekirine û di roja 24’ê Gûlanê de bi êrîsa ser pêsmergan da bersiv dane. Di encamê de pêsmergeyekî qahreman sehîd kirine û çend pêsmergeyên din jî birîndar kirine.
Wek tê zanîn di destpêka meha Gûlanê de (7.Gûlanê) li sarê Mahabadê, li Hotel TARA sîxûrên rejima Îranê destdirêjîya keçeke kurd kiribûn. Keça kurd a bi navê Ferînaz Xosrewanî ji bo ku nekevê destê wan har û hovan ji neçarî xwe ji qata 4’an avêtibû xwarê û dawî li jîyana xwe anîbû. Dawîbûna jîyana keça Mahabadî û kiryarên berpirsên komara xwînrij a rejima îslamî bûbû sedemê hêrs, rik û serhildana gelê Mahabada qahreman.
Agirê serhildan û azadîxwazîya ku li Mahabadê dest pê kir, yek ser li sar û gûndên Rojhilatê Kurdistanê belav bû. Deng û rengê pistgirîyê û hest û daxwaza nerazîbûna li dijî Cumhurîya Îslamî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê deng veda û belav bû. Her weha rejima Cumhurîya Îranê jî kar û tawanên xwe ên ne mirovî, ne edlayî hîn jî firehtir kir, bir astê herî bilind. Girtin û jimara binçavkirina kesan bi sedan bihorî. Her weha ji bo çavtirsandinê li sarê Ormîyê gelek kesan li sêdare dan, ango îdam kirin. Ji ber wan êrîs û binçavkirina gel, hêz û alîyên sîyasî ên Rojhilatê Kurdistanê bangî gel kirin ku di roja 16. Gûlanê de dest bi grêva gistî bikin. Gel li ser vê bangawazîyê dikan venekirin, neçûn kar, neçûn dibistanan. Bi kurtayî ji malên xwe dernektin. Van çalakîyan rejima Îranê xist nav xof û tirsê. Hêzên asayîsa rejimê girtin û binçavkirina gel her çû firehtir kir. Li ser van bûyeran, ji bo ku gel bi tenê neyê histin û parastina gel werê kirin, PDK-Îranê biryara sandina pêsmergeyan ji bo Rojhilatê Kurdistanê da.
PDK-Îran, ku di sala 1945’an de li ser wê xakê hatîye damezirandin û ji bo azadi û rizgarîya gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê heta roja îro kar û xebat dimesîne, îro ji hêla gêrîlayên PKK ve rê li wan tê girtin, êrîs li wan tê kirin û pêsmergeyekî wan tê sehîd kirin û sê pesmerge jî têne birîndar kirin. Tu hêz û kurdekî welatparêz nabe vê helwesta PKK’ê qebul bike.
Em jî wek KOMKAR-Danimarka vê helwesta PKK’ê a li hember PDK-Îran qebul nakin û mahkum dikin. Eger pirsgirêkên kurdan û hêzên wan ên sîyasî hebin, divê ev pirsgirêk bi dayin û stendin û bi rîya dîyalogê, bi ûsûlên medenî, bi rîyên asîtîyane werin çareser kirin, ne bi êrîsan, rêlibergirtinan, kustinan, gef xwarinan û bi tehdidan.
Pirsgirêk û nakokîyên di nav hêz û partiyên sîyasî de, bi metodên êrîsbirina li ser hevudin, hevkustin, pêsîlêgirtina kar û xebata hêz û aliyên din, rîya çareserîyê nîne. Tecrûbên bi dehan salan jî bas didine dîyar kirin ku hewildanên bi vî rengî ji gelê kurd re xizmet nekirîye û nakê, heta ji bo wan hêzên êrîskar re jî feyda nayînê. Berevacî vê yekê, dijminên Kurd û Kurdistanê ji van zaaf û kiryarên me sûd werdigrin, birînên me kûr dikê, hêvi û umuda gel diskêne. Dijminan sad û dostan jî dilsikestî dikê.
Helwesta ku PKK îro li hember PDK-Îran dimesîne, guman tê de nine ku tu xizmetekê ji gelê Kurd û Kurdistanê re nakê, heta ji PKK re jî tu xizmetê nakê. Eger xizmetek hebe, ew jî ji rejima dagirker a Cumhurîya Îslamî a Îranê re dikê.
Ji bo vê yekê em li vir bangî hemû alîgir û dostên PKK dikin, ji vê sîyasetê nebêjin erê!.
PDK-Îran diçê serê dijminê gelê xwe dikê, nabe PKK rê li ber wan bigre!.
Kustina kurdan bi destê kurdan, divê ji bo her kurdekî xeta sor bê !.
Kurdo tu jî qebul neke!.
BIJÎ KURD Û KURDISTAN!
BIMRÊ ZORDARÎ!.
KOMKAR-DANIMARKA
26.05.2015
Dengê Kurdistan