Nûçe

KOMKAR-DK besdarî Festîvala Navnetewî bû

Di rojên 31.08.2013 û 01.09.2013’an de li paytexta Danîmark, li bajarê Kopenhagê festîvaleke navnetewî bi rê ve çû. Ev festîval ji sala 2003’an ve heta niha ji alîyê Saredarîya Bajarê Mezin a Kopenhagê ve ji bo nasandina kar û xebatên komelên bîyanî li bajarê Kopenhagê û ji bo nasandina çand û kultûrên bîyanî ên ji welatên cur be cur tê amade kirin. Her sal zêdeyî 80 komel û xwaringehên bîyanî tê de cih digirin û bi dehhezaran jî nîstecîyên bajêr serdana festîvalê dikin û ji xwarinên cur be cur, ji çand û kultûrên cur be cur tahm û sûdê û malûmatan li ser welatan û kar û xebatên komelan werdigirin.

Weke her sal, KOMKAR-DK îsal jî bi bi amadekarîyeke qewîn bi çadirekê ve di bin navê ‘KOMKAR-KURDISTAN’ û ala Kurdistanê de besdarî festîvalê bû û çand û kultûra kurdî, kar û xebatên komelê li bajarê Kopenhagen û li Danîmark bi besdarvanan da nas kirin. Binê çadirê bi neqis û dîmenên kurdî û hwd. hatibû xemilandin û standek jî ji pirtûk, CD, al, rozet û berhemên bi desta çêkirî hatibû vekirin û hatin firotin. Herweha jî li ber çadirê govenda kurdî hat kisandin.

Di festîvalê de îsal KOMKAR’ê xasima li ser rewsa Rojavayê Kurdistanê belavokek bi zimanê danîmarkî amade kiribû û bi sedan li xelkê belav kir. Peyama Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) a di derbarê 1.Êlûnê de, roja asîtîya cihanê jî him bi kurdî û him jî bi tirkî û deklerasîyona PSK’ê a bi zimanê îngilîzî jî hatin belav kirin.

Ji bilî vê yekê jî KOMKAR-DK, Însîyatîfa Kurd li Danînamrk û Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark jî belavokeke hevbes li ser rewsa kurdan li welatê Danîmark, li ser rewsa xwedevanên kurd, li ser rewsa kar û xebatên komelên kurd û bi gistî jî li ser rewsa Kurd û Kurdistanê û pirsa kurdî li her çar besên Kurdistanê belav kir.

Hunermenda dengxwes Sêrîn Houry li ser navê KOMKAR’ê besdarî festîvalê bû û li ser dîka/sahneya mezin zêdeyî nîv seatê muzika kurdî pêskêsî besdarvanan kir û besdarvan rakir govend û dîlanê.

Endama parlamentoya Danîmark a ji Partîya Sosyalîst Gel (SF), Özlem Cekiç jî çadira KOMKAR’ê zîyaret kir û bi hatina xwe moral da hevalên KOMKAR’ê.

Di nava du rojan de gelek kesan çadira KOMKAR’ê zîyaret kirin û agahîyên berfireh li ser kar û xebata KOMKAR’ê û li ser rewsa Kurdistanê wergirtin. Kurdên ji her çar besên Kurdistanê jî serdana çadira KOMKAR’ê kirin û kêfxwesîya xwe anîn ziman. Festîval bi seweyekî gelekî serkeftî derbas bû.

Yilmaz Yildiz

Dema Nû/Kopenhag

Dengê Kurdistan

Back to top button