Nûçe

KOMKAR-DK Besdarî Festîvala Navnetewî Bû

KOMKAR-DK du rojan besdarî festîvala navnetewî li bajarê Kopenhagê bû.

Saredarîya Bajarê Mezin a Kopenhagê ji bo nasandina çand û kultûrên bîyanî ên ji welatên cur be cur di rojên 1-2.09.2012’an de li taxa Nørrebro festîvaleke navnetewî li dar xist.

Ev çendîn salin ku ev festîval li bajarê Kopenhagê tê li dar xistin. Îsal jî wek sala çuyî du rojan ajot û zêdeyî 80 komel û xwaringehên bîyanî tê de cih girtin û çand û kultûra xwe bi besdarvanên festîvalê dan nas kirin û di derheqa welatên xwe û kar û xebatên komelên xwe de agahdarî dan. Di nava du rojan de bi dehhezaran kes festîval zîyaret kirin.

KOMKAR-DK îsal jî wek hemû salên berê bi çadirekê di bin ala Kurdistanê de besdarî vê festîvalê bû û çand û kultûra kurdî da nas kirin. Li ber çadirê belavokek, ku bi zimanê danîmarqî hatibû amade kirin, li xelkê hat belav kirin û li ser rewsa hemû perçên Kurdistanê agahdarî hatin dayin, çi bi nivîskî û çi jî bi devkî.

Binê çadirê bi neqis û dîmenên kurdî û hwd. hatibû xemilandin. Standek jî ji pirtûk, CD, al, rozet û berhemên bi desta çêkirî hatibû vekirin û xwarin hat firotin. Di nava du rojan de gelek kesan çadir zîyaret kirin agahdarî li ser rewsa Kurd û Kurdistanê wergirtin. Hêjayî gotinê ye ku gelek kurdên nîstecîyên bajêr û ên derûdorê jî çadira KOMKAR’ê zîyaret kirin û kêfxwesîya xwe anîn ziman.

Yilmaz Yildiz

Dema Nû

Dengê Kurdistan

Back to top button