KOMKAR: Em di 30 salîya salvegera sehîdbûna wî da Ali Xoce bi giramî bibîrtînin

Ji ser kustina servanekê mêrxas ê rîya azadîyê, sehîdê welat Remezan Adigüzel re 30 sal derbazbûn. Îsal 3ê Gulanê salvegera kustina Ali Xoce (Remazan Adigüzel) e.
Ali Xoce bi destên hezên tarî, bi destê dijminên gel hat sehîdkirin . Ali Xoce berîya ku ji welat derkeve gelek caran ji alîye dewleta Tirk û hezên asayise va hat girtin , hat hepskirin. Gelek caran teda, lêdan û îskence dît. Pistî ku derket dervayî welat wî kar û barên xwe yên siyasî li Elmanya ajot.
Alî Xoce li wir ket nav refên KOMKAR ê, çawa li welêt wusa jî li dervayî welêt jî bê westan kar dikir. Ji ber vê yeke jî wek kelemekî ket çavên xêrnexwazan û neyaran. Gelek caran hat tehdît kirin. Lê ji rîya xwe venegerî. Em di 30 salîya salvegera sehîdbûna wî da Ali Xoce bi giramî bibîrtînin.
Gelê Kurd ewladên xwe yên xwedî xîret, fedekar û têkoser ji bîr nake.
Remezen Adigüzel ê herdem di serê azadîya gelê Kurd û Kurdistanê de bijî.
Komîta bihêztir kirina KOMKAR Almanya
Dengê Kurdistan