Nûçe

KOMKAR-Munîh besdarî xwepêsandina 1-ê Gulanê bû

Rênas Sütçü-Dema Nû / Munih

Wek hersal îsal jî Komkar Munîh li bajarê xwe tev li xwepêsandina 1-ê Gulanê bû. Xwepêsandin li ber sazgeha sendiqaya DGB destpêkir û li meydana Marienplatzê bi dawî hat. Bi hezeran karker û kedkar tev li vê çalakiyê bûn.

Îsal jî mottoya çalakiyê krîza aborî li Avrûpa û bi taybetî jî li Elmanya federal bû. Bi krîza aborî ra girêdayî li Elmanya Federal gelek mafên karkeran herdiçê kêm dibe. Sendîkayên karkeran dixwazin rê li ber kêmkirina maf û azadiyên karkeran bigrin, ên heyî biparêzin. Lazim e Kurd wek xelkên din yên biyanî ji bo maf û azadiyên xwe li Elmanya Federal birêz û hêz bin.

Hejayî gotinê ye ku di çalakiyê de gelek biyanî cih girtin. Her wisa gelek kurdên welatparêz tev li korteja Komkar Munihê bûn.

Dîsa daxwuyaniya hevbes ya Platforma Kurdi û Komkarê li wir hate belavkirin.

Dengê Kurdistan

Back to top button