Nûçe

KOMKAR-Munîhê ji bona bîranîna karesata Helebçê civînek çêkir

Roja 16 adare li Munîhê, di komela KOMKARê da ji bo bîranîna kareseta Helepçê civînek hat lidarxistin. Civîn ji alîya Komkar Munihê va hat lidarxistin. Di civînê da besdar ji bona bîranîna sehidên Helebçê deqeyek bêdeng man. Civîn bi axaftina Adnan Sütçü va, ku bi xwe endamê komîtaya gistî a Komkarê ye, destpêkir. Pistî axaftina birêz Adnan Sütcü serokê komelê birêz M.Ali Dogan li ser karesata Helebçe bîr û raya xwe û rêxistina xwe anî zimên. Birêz Dogan li ser serê dawî ku bi êrisên ser Sengale destpêkir û li Kobanê dom dikir qise kir, û behsa mêrxasî û fedekarîya servanên azadiyê pesmergeyên qehreman kir. Wî ani ziman ku bê tifaka Kurdan, bê hevkarîya Kurdan rizgarbûn nabe. Loma jî yekitîya kurdan îro hewcedariyek e û bê wê nabe.

Pistî axaftina birêz Dogan bi navê PDK navçeya Munihê birêz Agît dest bi axaftina xwe kir. Birêz Agît çend siêr jî ku li ser Helbçê bûn xwend. Dû birêz Agît ra bi navê Platforma Kurdî li münihê Kek Hesen û ser navê PDK-S jî Kek Shero axaftin. Mamoste Sebir jî siêren ku li ser Helebçe, Sengal û Kobenê nivîsiye , xwend. Dawîya civînê de agahdarî hat dayîn ku çalakîya Newrozê ya ku li Munih tê amadekirin, roja 21 adare seat 18.00 da dest pêdike. Bi vî awayî civîn gihîst dawîyê.

Rênas Sütcü
Dema Nû – Munih

Dengê Kurdistan

Back to top button