Nûçe

KOMKAR: Pistgiriyê bidin asîtiyê!

Îro li gelek deverên cihanê ser berdewam e û asîtî hê jî nehatiye, xasima li gelek welatên Afrîka, li Ukraînê, li Afxanîstan, Lîbya, Misir, Sûriyê, Îraq, Yemen û hwd. ser heye û mirov têne kustin.

Li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn jî mixabin hê jî alozî û tevlîhevî berdewam e. Heta îro jî di erdnîgariya Rojhilata Navîn de mafên mirovan tê binpê kirin, mirov têne kustin û sîstema zordarî û diktatori her berdewam e.

Li Basûr û Rojavayê Kurdistanê eve zêdeyî salekê ye ku gelê Kurd serekî dijwar li dijî rêxistina terorîst a DAIS’ê dimesînê. Di encama êrîsên DAIS’ê de li Singalê li diji Kurdên Ezdi jenosidek pek hat. Bi sedhezaran ji Singal û ji Kobanî koçber bûn. Erisê DAIS’ê hê jî li diji gelê me dom dikê.Li hêlekê serê li dijî DAIS’ê, li hêlekê pirsgirêkên li gel Bexdayê, li hêla din pirsgirêkên bi sedhezaran koçberên li Herêma Kurdistanê.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî rejima kevneperest zext û êrîsên xwe li dijî gelê Kurd her berdewam dike û heta niha gelek çalakvanên Kurd ên siyasî li sêdarê dane. Rews her ku diçê aloz dibê û gelê Kurd hê jî ji mafên xwe ên rewa bêpar e.

Pistî hilbijartina gistî li Tirkiyê hêvî hebû ku hukumetek hevbes bê damezirandin û prosêsa asîtiyê berdewam bike. Mixabin her ku çû rews ber bi xerabiyê ve çû û niha rews gelekî aloz e.Di rewseke wiha de em nikarin bêjin ku li welatê me asîtî pêk hatiye û em jiyanek azad di nav asîtiyê de dimesînin.

Kurd îro ji bo asîtî, aramî û azadiyê serekî gelekî dijwar li dijî DAIS’ê dimesînin û pêsmergeyên qahreman serkeftinên gelekî mezin jî bidest ve anîne. Firsendên mezin ketine destê gelê me. Em hêvîdar in ku gelê me vê rewsê bas bixwînê û jê sûdê werbigrê. Herweha jî hêvî û daxwaza me ewe ku ev aloziya ku li Bakurê Kurdistanê rûdaye di wextekî nêzîk de bi dawî bê û carek din dest bi prosêsa asîtiyê bê kirin. Pêwistiya gelê Kurd bi asîtî û aramiyê heye. Çareserî di asîtî û wekheviyê re derbas dibe, ji ber wê jî divê dewlet û hukumeta Tirkiyê êdî dev ji vê înkariya li dijî gelê Kurd berde û mafê gelê Kurd ê rewa nas bike. Ji hêla din jî ve em bangî PKK’ê jî dikin ku destê xwe ji ser tetîkan hilînê û rêya çareserîke mayînde li ser esasê wekheviyê bimesîne. Bi vê wesîleyê em hêvî dikin ku ev serê li cihanê û li Kurdistanê bi dawî bê û asîtî û azadî cihê wê bigre.

Hêviyên xwe bilind bike, wê asîtî û azadî her behra gelê Kurd be.

Roja asîtiya cihanê li we û li tevaye gelê bindest pîroz be.

Yêkitiya Komelên Kurdistan-KOMKAR

Dengê Kurdistan

Back to top button