KOMKAR: Roja zimanê zikmakî ya navneteweyî pîroz be! Zimanê me hebûna me ye!

Li gel gelê kurd, gelek gel û kêmneteweyên ku li Tirkiyeyê hene jî, nikarin zimanê xwe yê zikmakî di hemû qadên jiyanê de bikar bînin. Çerxa asîmîlasyonê ji bo wan jî digere, mixabin ku ger dewlet dev ji polîtîkayên asîmîlasyonê bernede, dê di demeke nêzîk de gelek ziman bimrin û wenda bibin.
Em careke din dixwazin bidin zanîn ku ziman rûmet û nasnameya gelan e. Asîmîlasyon jî sûceke mirovahiyê ye. Divê dewlet di warê ziman de dev ji polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê berde û hewcedariyên peymanên navneteweyî yên ku mor kiriye, bi cih bîne. Destûra bingehîn bê guherandin û astengiyên li pês azadiya ziman bên rakirin. Li gel zimanê tirkî, zimanê kurdî jî wek zimanê fermî bê pejirandin. Ji bo bi zimanên din jî perwerdehî bê kirin, derfet bên avakirin. Zimanê kurdî di hemû saziyên dewletê de bê serbestkirin. Navên cihên coxrafîk bên îadekirin. Elîfbaya kurdî bê naskirin. Xebat, lêkolîn û lêgerînên ji bo xurtkirin û pêsdebirina kurdî bên destekirin û ji kesên ku dixwazin di vî warî de bixebitin re derfet bên avakirin.
Herweha, ji bo pûçkirina polîtîkayên red, înkar, qedexekirin û asîmîlasyonê, bang û daxwaza me ji gelê me jî ev e ku bi kurdî bipeyîvin, bi kurdî binivîsîn, bi kurdî bixwînin, bi kurdî bifikirin û bi kurdî bijîn.
Roja Zimanê Zikmakî pîroz be.
Dengê Kurdistan