KOMKAR-Swêd: Divê hemû kurdên welatparêz pistgirîya HAK-PARê bikin

01.03.2015/STOKHOLM- Komîteya Karger a KOMKAR-Swêdê îro di civîna endaman de, bi endamên xwe re li ser kar û barên komeleyê goftugo kir û li ser hilbijartinên gistî ên meha hezîranê û besdarîya HAK-PARê di van hilbijartinan de agadarî dan.
Barzanîyê nemir ê ku 36 sal berê di roja yekê Adarê de wefat kiribû, di destpêka civînê de, bi rêz û wefadarî hat bîranîn. Bi kurtî li ser têkosîn û jiyana wî hat axaftin.
Endamekî Komîteya Karger, bi kurtî derbarî rewsa siyasî ya Rojhilata Navîn bi gistî û Kurdistana Bakur de bi taybetî axifî û got ‘encamên ‘Demajoya çareserîyê’ ya ku herdu alîyan (PKK û TC) îro li ser hevkirine wek xapandin û fîaskoyeke dîrokî li ber çavan e. Bêguman ew serê xwe rawestînin bas e. Belê l i ser wê ew biryar didin, lê li ser çarenûsa gelê kurd ne ew, tenê gelê kurd biryar dide! Hesabên sas wê li wan vegerin. ‘
Bi yekdengîya endaman pistgirîkirina HAK-PARê hat pejirandin. Besdaran li ser xala; gelo wek komele em bi çi awayî dikarin pistgirîya HAK-PARê bikin daxwaz û pêsnîyazên xwe pêskês kirin. Di vî warî de hin biryar girtin.
Biryareke dinê a civînê jî ew bû ku ji malbata nivîskar Yasar Kemal re nameyeke sersaxîyê bê sandin.
Dengê Kurdistan