Nûçe

KOMKAR-Swêdê komcivîna xwe çêkir

Dengê Kurdistan / Swêd

Komkar ‘Swêdê îro (26.12 .15) civîna xwe ya salane çêkir. Civînê bi rawestina qîqeyekê ji bo rêzgirtina sehîdên Kurdistanê dest pêkir. Pistî axaftina serokê Komeleyê li ser kar û barên Komeleyê, endamê Komîteya Karger Xalid Xoce jî li ser erk û rola KOMKARê ya di têkosîna kurdan de li derveyî welat qise kir. Besdarbûna Xalid Xoce di civînê de dilxwesîyeke mezin peyda kir. Di dawîyê de komîteya karger ya nû hat hilbijartin.

Di xala pêsniyaz û biryarên Komcivînê de pîrozkirina 40-salîya komeleya KOMKAR-Swêd hat biryarkirin.

Civînê raya xwe li ser rewsa welat jî dîyar kir û ev biryar dan:

Em serfirazîya pêsmerge li berên ser, xasima li Sengalê di bin serwerîya Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî de pîroz dikin û rêz li yada sehîdên azadîyê digrin.

Siyaseta sas ya PKK, ku cade û siqaqên bajaran bi herq û çalan digre, jiyana gel dixe nav xeterê. Ji ber serê dewletê û PKK Dîyarbekrê, Cizîr, Sirnax, Sîlwan, Silopî, Nuseybîn û cîyên din tên wêrankirin. Ev dibe sebeb ku gel ji van deran bar dikin û diçin. Bila dewlet rojekê zûtir dest ji êris û operasyonan berde û PKK jî dest ji sîdetê berde.

Em serfirazîya HAK-PARê ya di hilbijartinan de pîroz dikin û bang li hemû welatparêzan dikin ku pistgirîya HAK-PARê bikin.

Endamên KOMKARê di nav xwe de pere komkirin, ji bo wek alîkarî ji HAK-PARê re bisînin.

Civînê bi serfirazî encam da.

Dengê Kurdistan

Back to top button