KOMKARê komcivîna xwe ya awarte pêk anî

KOMKAR komcivîna xwe ya awarte pêk anî
‘Serxwebûna Kurdistanê misogeriya azadî û asitiyê ye’
Yekîtiya Komeleyên Kurdistan-KOMKAR-Almanya , komcivîna xwe ya awarte, di 16-17 Îlona 2017´an da li paytexta Almanya, Berlinê, di bin dirûsma ‘Serxwebûna Kurdistanê misogeriya azadî û asîtiyê ye’ li dar xist.
Nûnerên komele û komîteyên bajarên Berlin, Munih, Nurnberg, Hamburg, Frankfurt/M, Koln, Bottrop, Ludwigshafen, Wurzburg, Dortmund û Kielê û mêvan besdarê komcivînê bûn.
Civîna nûneran bi Sirûda Netewî Ey Reqîb
û bi axaftina Serokê KOMKARê Rohat Geran despêkir. Geran di axaftina xwe da bi kurtî bal kisand li ser pirs û nakokiyan û da zanîn, ku ligel hemî zor û zehmetiyan rûmet û giringiya KOMKARê li ba Kurdistaniyan û partî, rêxistin û dezgehên Almanî û ya raya gistî bilind e. Rohat Geran her weha pît kir, ku KOMKAR li hember her cure zor û zehmetiyan kar û xebatên xwe wê bidomîne û di vî warî da baweriya wî xurt e.
Roja duwem, komcivîna KOMKARê di saet 10´an da despê kir. Ji Partiya Keskan, Endamê Parlamentoya Berlînê Dr. Susanna Kahlefeld, Nûnerê Partiya Pêsverû ya Kurdên Suriyê Zerdest, Nûnerê Partî Demokrata Kurdistan-Surîyê Husên, Nûnerê Sepela Pêseroj ya Kurdî li Suriyê Abdulselam Ossman, Nûnerê ENKS, Serokê Komela Pisgiriya Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê Fettah Timar û Serokê KOMKAR-Hollanda Ali Kaya besdarî komcivînê bûn û gotarên xwe pêskês kirin. Gotarvan bi gistî kar û xebatên KOMKARê bilind nirxandin û di pêserojê da jê ra serkeftin daxwaz kirin. Her weha Nûnerê Partiya Pêsverû silavên Sekreterê Gistî yê partiyê Hemîd Dewrês û Fettah Timar jî silavên Serokê HAK-PARê Refik Karakoç anîbûn. Hêjayê gotinê ye, ku Serokê KOMKAR-Hollanda Ali Kaya bi zaravayê Zazakî axifî û Sivan Perwer jî peyama xwe bi riya têlefonê sand.
Pistî gotaran civîn gor rojevê kar û xebatên xwe domand û rapora aborî û ya kar û xebatê bi yekdengî hatin erê kirin.
Pistî pejirandina raporan hilbijartina organan pêk hat û Rohat Geran, Dr. Sukru Guler, Asrin Sutçu, Baran Kahraman, Hasan Aksoy, Faruk Etdoger, Berin Rosenberg, Erkan Kilinç, Mahmut Onat, Ahmet Sari û Dogan Yildiz wek endamên Birêvebiriya Gistî; Duran Kara, Zeki Çiçek, Gulizar Sari û Halis Kaya wek Lijneya Rûmetê û Serdar Burçak, Fevzi Aktas û Unal Yardimci jî wek endamên Lijneya Çavderiyê hatin hilbijartin.
Pistî komcivînê Birêvebiriya Gistî civînek li dar xist û di civînê da Rohat Geran wek Serokê Gistî, Dr. Sukru Guler wek Cîgir, Erkan Kilinç wek Berpirsiyarê Aboriyê, Hasan Aksoy û Ahmet Sari jî wek endamên Birêvebiriya Navendî hatin hilbijartin.
Kesên ku ji bo komcivînê peyam sandin:
Dr. Salar Osman, Birêkarê Wezareta Rewsenbîrî û Çandî û Civanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Kemal Burkay, Siyasetmedar û Nivîskar
Refik Karakoç, Serokê Gistî yê Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PAR
Dr. Eskerê Boyîk, Nivîskar
Metin Incesu, Serokê NAVENDê
Sivan Perwer, Hunermend,
Fatê, Hunermend
Hozan Brader, Hunermend
Abdullah Çelebi, Cîgirê Serokê Gistî HAK-PARê
Latif Epozdemir, Cîgirê Serokê Gistî yê HAK-PARê
Duzgun Kaplan, Cîgirê Serokê Gistî yê HAK-PARê
Turan Il, Endamê Meclisa HAK-PARê
Nazim Zaza ji Atinayê
Biryarên Komcivîna Awarte ya KOMKARê:
‘ Li Almanyayê ji milyonek zêdetir Kurdistanî dijîn. Komcivîna me ji Hukumeta Federal ya Almanya daxwaz dike, ku biryareke fermî bide û Kurd wek milet nas bike û gor vê biryarê mafên ku daye koçberên miletên din (sewirmediya zimanê zikmakî, çapkirina belgeyên fermî bi zimanê wan û hwd.) bide koçberên Kurdistanî jî û her weha ji Birêvebiriya Gistî ya ku wê bê hilbijartin daxwaz dike ku di van waran bi aktîvî kar û xebat bike.
Komcivîna me, her weha, ji bo van helwestên wan, partî û kesên Kurd ku dijî vê gava dîrokî ne sermezar dike û ji wan daxwaz dike ku dev ji vê helwestê berdin.
Komcivîna me, ji Tirkiye, Îran, Iraq û Suriye ku Kurdistanê di nav xwe de par kirine, daxwaz dike, ku dijî dewleta Kurdistanê ku wê bê damazerandin siyaseteke êrisker nemesînin; bê guman ger pirsa Kurdî li ser esasa wekheviyê û bi riya asitiyanê çareser nebe, herêm jî nikare di nav asitî û demokrasiyê de bijî, ji ber vê yekê jî komcivîna me ji wan dewletan daxwaz dike, ku ji bo çareseriya pirsa Kurd gav bavêjin.
– Komcivîna me, ji bo tekosina pîroz ya li dijî DAIsê, gelê Kurdistanê pîroz dike û pisgiriya xwe dubare dike; spasdariya xwe pêskesî dewletên ku pisgiriya vê tekosînê kirine dike û ji wan daxwaz dike ku pisgiriya gistpirsiyê jî bikin û ew dewlet divê bizanibin ku hêmana Mafê Çarenûsî’ ku di bin da îmzayê wan jî heye, ji bo gelê Kurd jî derbasdar e.
Dengê Kurdistan