Komkujiya Ermeniyan – 100
Para ewil
Iro, 24 ê Nisane gele Ermeni 100 saliya Komkuji-genosida xwe dide kivse.
Dewleta Osmaniye ji bo gelen ne tirkaxiv, xiristiyan u civaken kemjimare wek Kurden Ezdi bi dewr zemana zindana neheqiye, zulme, ciye bi deste zore helandin, islamkirin, talankirin u komkujiyan buye. Mixabin miratxwere weyi iro Tirkiya ji we reya pesye xweye sosret bi aktivi berdewam dike.
Salen 70-80 i ye sedsala 19 an he’ja Ermenya ya azadariye dewleta Osmaniye da gihiste asteke bilind, Ermeniya wi welati da dewa çareserkirina pirsgireka xwe dikirin. Di nav gelen we Impêratoryê da Ermeni pesketi bun, xwendi, xwedi rexistin u saziyen siyasi, olî, kulturi bun, cihane bela bubun, dihatin naskirin, dervayi we dewlete xweye naventen netewi, olî bun, denge xwe zu digihandin cihane, heja wan ji alye Rusiyaye u dewleten Ewropayeye xiristiyan va dhate parastin. Di siyaset, bazirgani u aboriya imperatoriya Osmaniye da ji rola wan e giring hebu. Osmaniyan aktivbuna Ermeniya u berbirbun-hevaltiya wane berbi Rusa xwera wak xeter diditin. Ku ji pirsgireka Ermeniya bi careke va xilazbin Sultan Ebdil Hemid ji salen 1894 – 1895 pirogirameke bewijdaniye diji normen mirovatiyeye hov dani ber xwe, bi tunekirine, komkujiyan dewianina we pirsgireke. Wan salan bi seda hezaran Ermeni hatine qire, deste zore qulubin yan revyane Rusiye. Irane, Fransiyaye, Amerikaye u hivd.
Sala 1908 a bi derba leskeri dewi hukume diktatoriya Sultaniye hat. Sultane dewye Ebdil Hemid ji hokum hat avitin. Partiya ‘Tirken gênc’ derbazi ser hokum bu. Destura nu hate qebulkirin. Kijane da dihate ragihandin ku ji wur peda mafe her netewe Tirkiye da dijin we weke hev be. Gelen wi welatiyi blindest, nav wanda usan ji Ermeniya hatina hukumdariya nu u destura wan silav kirin. Le soze dabun neçu seri. Emelê wani panislamizm, panturkizma u sovunizma tirkitiye nisan da ku ew ji Sultan bastir ninin. Sala 1909 li Kilikyaye dijî Ermeniyan disa dest bi dijweryan u qire bu.
He beri herba Cihaniye ewlin di dewleta Osmanye da piragirama tunekirina Ermeniya ji alye wezire kare hundur Taleat Pasa, wezire leskeriye Enver Pasa, wezire deryaye Cemal Pasa u gelek hukumdaren wane miletçi, endemen wa goti partiya ‘Tirken genc’ va tera hatibu ditin. Hemcivina ve deshilatdariye li Salonike diziva begemiya xwe da we pirograma qetl, bingeha îdîologiya wê dani u pase bere-bere berbe pekanina wê çu.
Destpebuna herba Cihaniye ewlin deshiletdariya Tirkan ra mecalen bas çekir, ku wi mereme xweye sovunist binine seri. Pekanina we qetlyama hov, gor dirokzaniya Ermeniyan bi se etapa hatye pekanin:
Ya ewil.- Bi biryara deshilatdarya Tirk ya 25 e tirmehe, sala 1914a, zilamen ji 15 a heta 60 sali mecbur gereke biçuna qulixkirina leskeriya Tirkyaye, giva ku karen çekirineda bixebitin. Mafe leskeren bi esle xweda ermeni tunebu çek- siliha bigirine xwe, heta hespa ji siyarbin. Bin wi navi da zilam dibirin, beçek dikirin u par-par ji ware wan dur unda dikirin, ku pase qewata Ermeniya ya xweparastin u diji we rejima neheq rabune tunebe.
Ya duda.- 24-29 nisane, sala 1915 e hukumdariya Tirk bi carekeva 800 rewsenbire Ermeni binçev kirin, bey lepirsin u mehkemekirine, piraniya wan ci da unda kirin ye din ji bere wan dane, qumistane Suriyaye: Der Zor e. Binçevkirina rewsenbiryan Ermenyan ji bajarê Kostandinapolise (Stenbolê) va dest pebu . Eva carke din ji izbat dike ku komkujiya Ermeniyan ji alye rayedaren dewleta Tirk va edi pilankiri u hazirkiri bu. Wi bajari da rewsenbiren Ermeniya ya here naskiri u berbiçev civyabun, navenden wane bazirgani, abori, kulturi, zanyari, edebi himli li wur bun, usa ji wi bajari da bun baylozxane dewleten cihane. Ku deng, sikyat u gazinen ermeniyan carekeva bibirin, denge wan negihije cihane, qetila be kirin, bedeng bibine
Kesis E. Stir di xebata xweye ‘Qirkirina Ermeniya li Tirkye’ da dinivise: ‘Roja 24 u seva 25 e nisane sala 1915 a Kostandinapolise da niskeva 600 rewsenbiren Ermeni (nuneren Meclise, niviskar, dindar, bijisk, u yen din) binçav kirin u çend roj sunda be lepirsin, be biryara mehkeme ew ciguhesti kuraya Asiya biçuk- Koniya kirin’1. Ew usa ji nemeke xweda dinivise: ‘ lêpirsîn diji kesi nehate vekirin, piranya wan be biryara mehkeme hatine idamkirin.’ 2 Derheqa buyaren wan rojen qetil da nivisine usa ji prof. Volfditer Bil 3, Bayloze Bulxariyaye N.Kolosyev 6 u geleken din. Di nava biçavkiriye Kostandapolise da bun kompozitor, doste gele Kurd Komitas , niviskaren Ermeniyaye mezin Grigor Zohrab, kijan nunere Meclisa Tirkiye ji bu, niviskar Ruben Sevak, Daniel Varujan, Siamanto, Ruben Zardaryan u gelek sexsyeten ermeniyaye naskiriye berbiçav.
Komitas zulm u xezeba anine sere hevalen wi bi çave xwe dibine, ruhe wiyi nazik teyax nakir din bu. Komitas naskiri bu. Di bin hukume diplomasya cihani da Komitase dinbuyi kirine ciye dina. Pase desguhesti Parize kirin, wura ji sala 1934 a wefat bu.
Ji pey van herd etapa, dema heza gel hatibu skenandin u gel beseri kiribun dest bi etapa sisiya bi massayi komkujiya jin, kal-pir u zaroken bexweyi u be alikar bu. Deste zore wan ji mel, ci u ware wan derdixin di bin nave nefikirin- sirgunya mecburi da’ ser re-dirben neeyan dixin. Ji birçibun, tazibun, nexwesiyan, hovîtî-zordestiya reda dane qire.
Suretek ji wan deme buhuriye xezeb maye, ku qet bira min naçe. Reda karvaneki koçberan, keleka re laseki hespeki geverbuyi dibinin, usan birçi bune ku hicumi wi lasi dikin
Eva komkujike we dewleteye here zulm bu, kijane da qera 1,5 milyon evden be suc u gune hat. Dewleta Tirk ne ku tene ewqas evd qir kirin medenyeteke bi dewrana tune kirin, bi seda hezara evd beci u war bun bere xwe dane xeribiye.
Herba cihanê ya ewlin da Tirkiyê da der (1918). Hukumata Tirkiyeye nu seroken lideren partiya Tirken Genc e Yekiti u pesvaçuyin’ wek sucdaren ser u tawanbaren pekanina komkujiya Ermeniyan sekinandin ber mehkeme. Mehkema wan 27.04.1919 dest pe kir, kisand heta 26 e hezirane. Gelek ji wan sucdaran ra gune idame hate birin. Le hinek ji wan sucdaran (Talat, Enver, Cemal u Nazim) beri dewi hatina ser ji welet revi bun. Ewan dureke hejayi gune heri bilind: idame bun. Ji welet rev u xwe vesartine ji ali wan nekir, ji suce kiri xilaz nebun, welatpareze ermeniyan ketin pey wan u bi deste xwe heqe wan hatin der.
Dema mirov kuri nava deme u pirsgirekan dibe, dinhere pirsgireka komkujiya Ermeniyan siyasi ye, sucdar ji reyadaren dewleta Tirk in, ji Sultan Ebdil Hemid girti heta seroken Tirken genc’ u deshiletdaren pey ra. Him u idiologiya we qetlyame panislamizm, panturkizm u bi keranina her mecala va helandin, bisavtin, tirkkirina netween welet e netirk e. Yane yek welet, yek netew, yek ziman, yek al Çawa ku niha ye.
Eva 100 sal e gelê Ermenî têkosînê dide bo ji alyê cihanê va naskirina wê komkujiya zulm wek gênosîd u sunda standina we zirare ku dema komkujiye gihistiye wan. Ew mafê gelê ermenî ye, mafekî rewa û heq e. Her evdekî xweyî wîjdan gotî vê pirsgirêka Ermeniya ra bibe pistovan.
Di ve derheqe da bi gelek zimanan bi seda pirtuke diroki, lekolini, hiquqi, bedeweti, ye biraninan, belgeyan, suretan hatine wesandin, film hatine kisandin, bi deha dewleten cihane resmi ew komkuji wek genosid pejirandin e.
berdewam heye
Eskerê Boyik