Komkujîya sê jinên kurda

Jinen Kurd sîn nekin, res girê nedin
Hewar hewar hewar!
Xûnxar têr nabin.
Zarok, jin, kal, pîrekên me tên kustin.
Heta kîngê?
Ev elem û keder, bes nin e?
Ev zilm û zordestî bes nîn e?
Rewsenbîr û rêvebirên me tên kustin.
Pir û sexên me tên kustin.
Hewar hewar hewar!
Jinên me tên kustin.
Dersim, Pîran, Koçgirî, Agirî,
Çemên Kurdistanê bi salan xwîn kisîya ye.
Niha jî li Ewrûpê da xwîna me hat rijandin.
Di Parîsê da, komkujîya jinên Kurda pêkhat.
Hovîtîyek usa kê dîtîye, kê bihîstiye?
Ev çi bêbextîye çi rûresîye?
Navê wan çi nin, çi difikirin, çi dixwazin danin alîkî.
Sê jinên kurd, bêbextî hatin kustin.
Kijan dewlet, kijan rêxistin, kîjan mirov ev bêbextîyek, hovîtîyek usa dike.
Miletê Kurd ji sê sed salan virda, jibo azadî û serfirazîya welatê xwe kar û xebat kirine. Bi jin û zar û xort û kalên xwe rabûne ser pîyan. Bi avaz û qelem û çekên xwe, li pêsberên dijminan serî hildane.
Lê mixabin em hê jî negihistine armanca xwe. Hê jî di bin zor û zulmek xeter da dijîn. Êdî bes e, êdî beseeee…
Ger em yekitîyek netewî ava nekin, berjivendîya milletê Kurd, daneynin pêsîya berjivendîyen malbatên, esîrên, rêxistinên, serokên, îdeolojîyên, ol û mezhebên xwe, em nikarin bin nîrên dijminan xilas bibin.
Kurdno! Bêdeng nemînin. wa bêbextîyê sermeze bikin. Suçdar, bavê wa be jî, dij derkevin. Pêsira wan bigrin. Ji wan hesap bipirsin û mehkum bikin.
Ez ser navê xwe dibejim, Bila serê jinen kurda sax be. Serê malbat û dostên Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Sönmezê sax be. Kedera wan yê me ye jî.
Ez, tevkujîya sê jinên Kurda, tu car qebûl nakim. Ez bangê tev jinên Kurda dikim sîn nekin, res girê nedin. Jibo azadî û serfirazî û bextewarî ya Kurd û Kurdistanê berxwe bidin. Hê zêde kar û xebat bikin, da ku em bi hev ra bighêjin jîyanek azad, dewlemend û bestewar.
Bijî Kurdistan, bijî tekosîna miletê Kurd.
Necla Çamlibel