Konferansa civanên HAK-PAR’ê

Konferansa Ciwanên HAK-PAR’ê, bi sîara’Ji bo Komareke Federal. HAKPAR’,roja 9’ê Gûlanê li Amedê,li salona ‘Kaplan City’ bi dirusma sîrûda ‘Ey Reqib’ bi besdarîya nûnerên herçar perçeyên Kurdistanê, bi çosek mezin u manîdar civîya.
Çar kenarê salona konferansê di gel alayê rangîn a Kurdistanê, bi wêneyên mezin u sehîdên Kurdistanê hatibu xemilandin.Reng u hewayê salonê,li gor hestên netewîyên Kurd bu.
Serokê diwana konferansê Remezan Moray di gel endamên diwanê Jiyan Kara, Rojda Kara u Yekbun Eren,konferansê bi fermi vekirin u konferans dest pêkir. Serokê HAK-PAR’ê birêz Fehmi DEMIR jî,beçdarê konferansê de bu u axaftinek kir.DEMIR di axaftina xwe de:’ nifûsê Kurda ji çil milyona zêdetire u ew hê jî, bê dewletin u dibin esaretê de dijîn.Kurdistan ji alîyê kolonyalist u emperyalistan ve buye çar perçe.Îro tenê basûrê Kurdistanê azad e.Ew ber bi dewletek serbixwe ve dimese.Em weki HAKPAR’ê vê cehda basûr bi dil u can pistgir dikin u serkevtinê dixwazin.’got.
Rêzadar Demir bi dewama axaftina xwe li ser buyer u rûdavên Rojava u Rojhilatê Kurdistanê jî sekini u got:’HAK-PAR,terefdarê Surîyeyek federale ku Sunî, Nuseyrî,Ereb,Durzî u Kurd li wir xwe bixwe idare dikin.Em di çarçoweya lihevhatina DIHOKê de pistevanîya hevrexebata hêzên Kurd ên Rojava dikin.’
Her wiha DEMIR, derheqê buyer a vê dawîyê a Mahabadê de jî wiha got:’Em rejima Îranê bi tundî sermezar dikin jiber ku sixûrek dewletê xwestibu tecawize keçeke Kurd bike li Mahabadê u Keça Kurd Fehrinaz Xosrewani ji ber sixûrê tecawuzker xwe ji banê Otêla kut ê de di xebityade avête xwarê u xwe kust.’
Serokê HAK-PAR’ê Fehmi DEMIR li dawîya axaftina xwe li ser bakûrê Kurdistanê jî sekinî u wiha got:’Eger iro li Turkîyê çareseriyek rasteqin tê xwestin, divê hîn gavên wêrektir werin avêtin.Helbey çareserî divê dadwer be u li ser esas u bingehên wekhevîyê were avakirin.Ji bo vê yekê lazime rejim dev ji fereseta tekanî bedre u rêye fderasyonek demokratîk helbijêre.’
Di konferansê de,serokê gruba parlementerên PDK’ê a parlementoya Kurdistanê rêzdar Umad Xosnav dinav besdaran de bu u pistî axaftina Serokê HAKPARÊ Fehmi DEMIR,ewî jî axaftinek kir.
Nûnerên kû ji derva besdarê konferansê bibun u axaftin kirin jî ,ev in:
Nûnerê rêxistina ciwanan a PDK-I (Basûr) Teymur Temûr,
Nûnerê rêxistina ciwanan a PDK-Î (Rojhilat) Feued Xakîbeylî
Nûnerê rêxistina ciwanan a PDK-S ( Rojava)Ehmed Hesen
Li ser navê KOMELA Feryad Aliyar-
Li ser navê Yekitiya Jinên Dimokrata Kurdistan a Iranê Rojin Behremi
Sepela Peseroj a Kurd li Suriye AlI Temê ,
Li ser navê PDK-S Bedir Sahi ,
Li ser navê partîya PÊSVERÛ Mehmet Oso
Li ser navê KOMCIWAN Sidar Alabay,
Li ser navê TEVGER Serhat Merdini
Her wiha di konferansê de:
Ji rêxistina KOMELE Sarax Avjenge,,
Ji Yekitiya Jinên Demokrat a Kurdistan a Iranê Halime Qadiri,
Li ser navê ÇARPEL den Murat Aba u Servan Aba,
Li ser navê Komeleya ÇIRA saxê Amedê serokê komelê
Dîsan bi peyamên xwe yên ku pistevanî li konferansê kirin :
Sekreterê gistî yê PSK’ê Mesud TEK,
Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistana Iran’ê,
Mekteba serokatî a Yekîtiya Civanên Demokratik li Kurdistana Îraqê,
Rêxistina ciwananên Hizba Suiyên Kurdistanê,
Yekitiya Jinên Demokratên Kurdistana Iranê,
Her yek ji wan peyamek pistevanîyê sîyandibun ji bo reveberên konferansê.
Konferansa Ciwanên HAK-PAR’ê, dana êvarê pisti axaftinên ,Cemal Avci ,Kadir Biltekin , Rojda KARA, Mehmet Gökçe , Rodi Eren , Dilan Senay Yilmaz , M.Rojhat Kizil .Cihan Jiyan KARA u Heval Yilmaz TEMEL kûtayî bi xebata xwe anî.
Dengê Kurdistan