Konferansa Duyemîn ya Neteweyî a Jinên Kurdistanê destpêkir

Roja 22ê Gulan a 2012, li Hewlêrê Konferansa Duyemîn ya Neteweyî a Jinên Kurdistanê, bi kêm û kasiyan ve destpêkir. Besdarnebûyîna 8 partî û rêxistinên jinan ên Kurdistana Îranê bosahiyek mezin xiste nav konferansê.
Dema Nû/Hewlêr
Konferansa ku îro li hola Saad Ebdulah a Hewlêrê destpêkir, 100-150 delegeyên jinên Kurd besdarbûn ku di nav wan de jinên ser bi HAK-PAR, BDP û hwd., parlamenter, akademîsyen û endamên partiyên siyasî ên Kurd jî henin.
Konferans ku li jêr navê pirrengî û yekdengiya jinên Kurd hatiye lidarxistin, bi encamekî pêzanînê ji bo aliyên resmî û sivîl dê bê belavkirin. Konferans dê 3 roja dom bike.
Pêwîste bê gotin; 8 partiyên siyasî yên sereke yên Rojhilata Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar ji raya gistî re ragihandin ku besdariyê di vê konferansê de nakin. Di daxuyaniyê de sedemê boykotkirina konferansê weha hatiye diyar kirin; ‘Ji ber berçavnegirtina mafên herî destpêkîn ên jinên Rojhalata Kurdistanê ji aliyê Desteya Amadekar a Konferansê ve herwisa alozbûna programên wê û pêvajoya birêveçûna konferansê em jinên van 8 rêxistinên jinan ên Rojhilata Kurdistanê weke jinên aktîv û xwedî dîrok û xwedî qursayî û giraniya siyasî, civakî a xwe li asta Kurdistan û deverê de ne radigihînin ku em li Duyemîn Konferansa Neteweyî a Jinên Kurd de besdar nabin.’
Dirêjiya daxuyanî û daxwaziyên 8 partî û rêxistinên jinan ên Kurdistana Îranê weha ye;
‘Daxuyaniya 8 Part û rêxistinên jinan ên Kurdistana Îranê
Jinên azadîxwaz û xebatkar ên Kurdistanê!
Jinên Rojhilatê Kurdistanê!
Herwek haydarin li gor ragihandinan, biryare 2’mîn konferansa netewî a Jinên Kurd li bin durûsma ”pir rengî û yekdengiya jinan bo yekîtiya Netewî” li bervara 22. 05. 2012’an li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê li dar bikewe. Ji ber berçavnegirtina mafên herî destpêkîn ên jinên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê desteya Amadekar a Konferansê ve, herweha alozbûna pirogramên wê û pêvajoya birêve çûna konferansê, em jinên van 8 rêxistinên jinan ên Rojhilatê Kurdistanê weke jinên ektîv û xwedî dîrok ku xwediyê qursayî û giraniya siyasî, civakî a xwe li asta Kurdistan û deverê de ne, radigehînin ku em li duyemîn konferansa netewî a Jinên kurd de besdar nabin.
Vir de bona rêzgirtin ji têgîhîstin û agahiya jinên Kurdistanê û bi taybet jinên rojhilatê Kurdistanê bi hewce dizanin ku sedemên besdarnebûna xwe raxînin ber çavê hemû jinên rewsenbîr û xebatkar ên kurd:
1: Nediyarbûna çawanî û pîvanên parvekirina kursiyan û rêjeya besdar bûn bi ser jinên her çar parçeyên Kurdistanê. Diyare pîvana han ne li gor nifûs û xulyaqet bûye û ne jî li gor çalakî.
2: Nerohn bûna çawaniya vekirina konferansê û peyama sereke a konferansê bo tev besdaran
3: Diyarî nekirina mijar û tewerên konferansê û besdarbûyên panêlan
4: Diyarî nekirina sêwaza pesend kirina biryarên Konferansê û mikanîzmên wî karî
Li dawiyê de em hêvîdar in ku pirsa jinên kurd li pêserojê de bi awayek bastir û berpirastiyek bastir ve derkeve rojevê.
Navê rêxistinên jinan ên Rojhilatê Kurdistanê
-Jinên ser bi Partiya demokrat a Kurdistana Îranê
-jinên ser bi Komeleya Soresvanên Zehmetkês ên Kurdistana Îranê
-jinên ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê
-Jinên ser bi Komeleya Zehmetkêsên Kurdistanê
-Jinên ser bi Yekîtiya Soresgerên Kurdistanê
-Jinên ser bi Sazmana Xebat a Kurdistana Îranê
-Jinên ser bi Partiya Serbestî a Kurdistanê
-Jinên ser bi Yekîtiya Demokratîk a Kurdistanê
Têdîtin: Deqa daxwaziya me ku li bervar 02.05.2012’an radestê Lîjneya amadekar a konferansê hatiye kirin, di gel vê daxuyaniya jêrîn de bûye.
Deqa daxwaziyên 8 rêxistinên jinan ên Rojhilatê Kurdistanê
Bo Birêz Amîne Zikrî û desteya birêveberî a Konferansa Jinên Çar Parçeyên Kurdistanê!
Li gel silav û mandî nebûniyê
Tevî rêz, hurmet û pêzanînên me li dor birêvebirina konferansek bi vî awayî ji aliyê we bo jinên çar parçeyên Kurdistanê, xebat û tekosîna we li vê derheqê de em bi hewlek jêhat û hêja bona misoger kirina mafên însanî ên Jinên kurd dizanin û çalakiyên we bilind dinirxînin. Em Jinên nûnerê 8 rêxistinên part û aliyên siyasî ên Rojhilatê Kurdistanê radigehînin ku ji ber bûna hin kêmasiyan li birêvebirina konferansê de, tenê li demekê de emê besdarî konferansê bibin ku ev daxwaziyên me ku li jêr de dikewine ber çavên we, ji aliyê we birêzan ve bihên cî bi cî kirin.
1: Diyarî kirina rêjeya 17 kes weke nûnerên Jinên Rojhilatê Kurdistanê, rêjeyekî gelek kêm e û daxwaz dikin aliyê kêm ew rêjeye bibe bi 25 kes.
2: Amadebûna nûnerên jinên van 8 rêxistinên part û aliyan li Lêjneya birêveberî a konferansê de
3: Nûneratiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê li roja yekem a Konferansê de, peyama taybetî a xwe hebe.
-Jinên ser bi Partiya demokrat a Kurdistana Îranê
-jinên ser bi Komeleya Soresvanên Zehmetkês ên Kurdistana Îranê
-jinên ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê
-Jinên ser bi Komeleya Zehmetkêsên Kurdistanê
-Jinên ser bi Yekîtiya Soresgerên Kurdistanê
-Jinên ser bi Sazmana Xebat a Kurdistana Îranê
-Jinên ser bi Partiya Serbestî a Kurdistanê
-Jinên ser bi Yekîtiya Demokratîk a Kurdistanê
Dengê Kurdistan