Nûçe

KONFERANSA MÊRSÎNÊ A LI SER ROJA ZIMANÊ DAYÎKÎ YA CÎHANÎ PÊK HAT

Roja 22.02.2020 li salona Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR- Saxê Mêrsînê konferansek li ser ‘Roja Zimanê Dayîk a Cîhanî’ konferansek pêk hat. Gotarvanê konferansê serokê gistîyê HAK-PAR’ê Latif Epözdemir bu.

Konferans ji serî heta dawî bi Kurdî destpê kir û her wisan jî dewam kir. Desteyeke bijare ji rayedar û rewsenbîrên Kurd yên ku li Mêrsîn’ê dijîn, besdarê konferansê bun. Konferans bi du besan pêk hat. Besa yekem axaftina gotarvan û siroveyên wî a li ser roja ziman û bi taybetî li ser rewsa zimanê Kurdî bu. Besa diduyan jî bi gotin û pirsên besdaran dewam kir.

Gotarvanê konferansê serokê HAK-PAR’ê Latif Epözdemir di axaftina xwe de li ser naverok û wateya ‘roja zimanê dayîk’ a ku ji alîyê UNESCO ve hatiye nîsanderkjirin sekînî û yada xwendekarên Bengalî kir û weha goté xebat û tekosîna ji bo azadîya ziman xwbatek pîroz e. Hinek caran ev xebat berf fireh dibe û xurt dibe vedigere tevgereke netewî. Çawa ku ew çalakîya di rêya zimanê dayîkî de li Bengalê bu sedema damezrandina dewleta Bangladesê.

Epözdemir di axaftina xwe de mher wiha li ser rewsa zimanê Kurdî sekînî û derheqê perwerdeya bi zimanê Kurdî de jî weha got: Zimanê Kurdî yek ji zimanê herî kevin û dewlemendê cihanê ye. Li gor lêkolînerên Ewrupî di warê xurtbun û berxwedanê de, din av dereceya dehan (10) de cî digre. Dewletê bi damezrandina komara Turkîyê ve pergala xwe li ser ‘ tekini’ û ‘turkanî’ yê ava kir. Lewra du yasayên giring derxist ku zimanê Kurdî wek zimanê perwerdeyê neye bikar anîn. Yek ji wan ‘kanuna tevhida tedrîsatê”, “yekkirina perwerdekarîyê’ û ya din ji qanuna ‘daxistina tekke û zavîyan.’ Bi vê yekê medreseyên Kurdî hatin daxistin. Ev herdu yasa bune destpêka qedexebuna zimanê Kurdî.

Di konferansê de, besa dawî li ser giringîya axaftin û xwendin û nivsandina zimanê Kurdî hate danîn. Latif Epözdemir, ‘Her Kurdek divê bi zimanê xwe bipeyîve, bixwîne û binivsîne. Ziman hebune û mirov bi zimanê xwe serbilind û kûbar dibe.’ Konferans pasî bi pirsên besdara dewam kir. Nêzîkî 50 kes di konferansê de besdar bun. Konferans bi serketî kuta bu.

ÇAPEMENÎYÊ Û RAYA GISTÎ YA HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button