Konferansê Rojava Bi Rêva Çû

Dema Nû-Duisburg
Di 15’ê Kanuna sala 2013’an da, li avahiya KOMKAR-Duîsburgê konferansek li ser ‘Rewsa Suriya û Kurdistana Suriya’ bi rêva çû. Gotarvanê konferansê Berpirsê Komita Ewropa ya Partiya Demokratî Kurdî li Suriya Brusk Neçar bû.
Brusk Neçar di destpêka axaftina xwe da behsa ‘Bahara Erebî’ û bandora wê li ser Suriye û serhildana gelên Suriya kir. Necar di berdewamiya axaftina xwe da behsa halwesta rejîma BAAS derheqa serhildana gelên Suriya û halwesta gelê Kurd li Kurdistana Suriya derbareyê soresa Suriya kir.
Brusk Necar her usa bi dirêjî li ser hewla hevkariya rêxistinên Kurd û pêyvendiya wan ligel opozîsyona Ereb sekinî û bîr û baweriya partiya xwe di vê babetê da pêskesê guhdaran kir.
Brusk Necar pesne hewla Serokê Herêma Kurdistanê ji bona yêkxistina hêzên Kurdistana Rojava û alikariya Kurdistana Basur bo peneberên Kurdên Suriye da û got, ku Konferansa Cenevre-2 delîveyeka bas û girîng e ji bona çareser kirina pirsa Suriya û divê Kurd bi yekdengî besdarê konferansa henê bibe.
Brusk Necar pas axaftina xwe bersiva pirsên guhdaran da.
Pêwist e bê gotin konferans ji aliyê Koordinasyona KOMKAR-NRW ve hatiye amade kirin.
Dengê Kurdistan