Kongra 5emîn ya Sepêla Pêseroja Kurd lî Sûrî rêxistina Ewrupa, li Berlînê pêk hat

Kongra 5emîn ya Sepêla Pêseroja Kurd lî Sûrî rêxistina Ewrupa, li Berlînê pêk hat:
Nûnerê HAK-PARê gotarek pêskêsê kongre kir
Di roja 16.01.2016an da li bajarê Berlînê, Kongra 5emîn ya Sepêla Pêseroja Kurd li Sûrî ya Rêxistina Ewrupa pêk hat.
Ji cuda cuda welatên Ewropa, nûner besdarê Kongre bûn û karên xwe bi serfirazî bî dawî anîn. Êvarê jî, jibo partî, rêxistin û kesayetîyan civînek taybet hatibû amadekirinê.
Ji çar perçên Kurdistanê û Sûrîyê partî, rêxistin û kesên bi navûdeng hatibûn vexwendinê. Hinek ji wan ew bûn:
– Encumena Nistîmanî Kurd li Sûrî (ENKS)
– PDK-Sûrî
– PDKS-Yekitî
– Partîya Pêsverû ya Kurdên Sûrîyê
– PDK-Îraq
– Hizbî Demoqrat Kurdistana Îran
– HAK-PAR
– Mafên Dewrês (Parêzerên Mafên Mirovan li Sûrî)
– Enwer Elbûnî, (Parêzerên Mafên Mirovan li Sûrî)
– Enwer Bedîr (Rojnamevan)
Di civînê da, partîyên Kurdîstanî û kesayetî axaftinan kirin. Her weha hunermendên Kurdistana Sûrîyê jî bi stran û helbestên xwe ve civînê ges kirin. Kurdistan-TV û Orîent-TV jî bi nûçevanên xwe ve di kongrê da cîhên xwe girtibûn.
Bi navê Hîzbî Demoqrat Kurdistana Îran Hacî Cindî, bi navê ENKS Husên, bi navê Partîya Pêsverû Zerdest jî peyamên xwe pêskês kirir.
Ji Bakûrê Kurdistanê, bi tenê HAK-PAR jibo kongrê hatibû vexwendinê.
Bi navê HAK-PAR Unal Yardimcî besdarê kongre bû û gotarek pêskês kir.
Yardimcî, di destpêka axaftina xwe da spasdarîya xwe jibo rêxîstîna Ewropa ya Sepêla Pêseroja Kurd lî Sûrî kir û bi giranî li ser rewsa Rojhilata Navîn bi taybetî jî Kurdistanê kir; balkêsî kisand ser hevkarî û hevxebata hêzên welatparêz yên Kurdistanê. Yardimcî, axaftina xwe bi wî awayî berdewam kir:
‘Rojhilata Navîn serûbin dibe. Îro li cîhanê, bi dengeke bilind, li ser avakirina dewletên nû, li ser guhartina sînoran yên ku, bi taybetî welatê me Kurdistan jê para xwe girtibû, axaftin tên kirin. Kurd, sed sal berê nekarîn pêsî li vê parvekirina welatê xwe bigrin. Welatên wan, bê dilê wan, di nav çar dewletan da hat parvekirin. Lê îro, firsendeke dîrokî hatîye pêsîya me. Divê em hêzên Kurdistanî vê firsendê bas bikar bînin; ala Kurdistanê berz bikin; Kurdistaneke azad, Kurdistanek serbixwe ava bikin.’
Unal Yardimcî di axaftina xwe de rexne li hîn rêxistinan kir, ku îro bi sîyaseta gemar navê tevgera rizgarixwaza gelê Kurd xirab dikin. Êrîsê li ser hêzên Kurdistanê dikin; mîrovan direvînin, dikujin, zîndanî dikin, bi xasima li Kurdistana Sûrîyê. Her weha êrîsê ala Kurdistanê dikin, ku ew ala rengîn, di Serhildana Agirî, di Komara Mahabad, di tevgera Barzanîyê nemir da, tim û tim berz bûye û îro jî bi berdewamî her çar perçên Kurdistanê da bi destê welatparêzên Kurd da berz dibe.
Yardimcî, di dawîya axaftina xwe da serketin jibo komîta nû ya Sepêla Pêseroj kir û amadekarîya heval û hogirên xwe jibo hevkarî û hevxebatê careka dinê dîyar kir.
Dengê Kurdistan