Kongra ya 23’an a KOMKARê civiya

Dema Nû-Berlîn
Di rojên 11-12’an a meha Cotmeha sala 2014’an da Kongra ya 23’an a KOMKARê lîiBerlînê civiya. Seroka Gistî ya HAK-PAR Kemal Burkay, Sekreterê Gistî ya PSK Mesud Tek, Bi Rêve Birê Komela Pizîskên Kurd li Elmanya Prof. Dr. Huseyîn Bektas, lêkolînvan û dîrokzan A. Haydar Koç, nivîskar Huseyîn Erdem jî besdarê Kongreyê bûn û axaftin.
Di roja yekan a Kongre da nunerên komeleyên, ku endamên KOMKARê ne, giftugo li ser rapora Komîta Birêvabîrê Gistî kirin, rexne û pesniyarên xwe pêskes kirin. Di roja yekan da her usa nunerên Kongra, pesniyar û bîr û baweriyên xwe derheqa kar û xebat û vîzyona pesêdemî ya KOMKARê peskês kirin.
Di roja dudoyan da, mêvanên Kongre jî têda amade bûn û axaftin. Seroka Gistî ya HAK-PAR Kemal Burkay, Sekreterê Gistî ya PSK Mesud Tek, behsa kar û xebat û girîngiya KOMKAR di xebata Kurdên derwayê welat, rewsa siyasiya herêm û Tirkiyê û Kurdistanê kirin û halwesta rêxistinên xwe derbareyê bûyerên dawî yên Kurdistanê pêskes kirin.
Bi Rêvabirê Komela Pisîzkên Kurd li Elmanya Prof. Dr. Huseyîn Bektas bi wêne û vîdeo behsa rewsa Sengalê yê pas êrîsa DAÎS ê û alîkariya rêxistina xwe bo koçberên Sengalê kir.
Alî Haydar Koç û Huseyîn Erdem jî di axaftinên xwe de behsa kar û xebata KOMKARê kirin û pistgiriya xwe li KOMKAR’ê eskere kirin.
Nunêrê KOMCÎWAN Ronas Karakas û Nunerê KOMJÎN Belgîn Atamer Karakas jî axaftin û di axaftinên xwe behsa peyvendiya rêxistinên xwe ligel KOMKAR û hêvî û daxwazên xwe ji KOMKARê pêskes kirin.
Damezrener û bi tementirin endamê KOMKAR Mehmet Elbîstan jî axaft. Elbîstan di axaftina xwe da behsa damezrandin û kar û xebata KOMKARê nu damezrandî kir û xwast ku KOMKAR bi rêk û pêktir be û pirtir xizmeta doza Kurd bike.
Nunerên Kongra di roja dudo da jî pesniyarên xwe li bername û vîzyona pêsedemî ya KOMKAR pêskes kirin û Komîta Birêvabirê Gistî ya nu hilbijartin.
Pas hilbijartinê Seref Xoce bi axaftineka kurt sipas bo serokê ê berê Dr. Sukrî Guler kir, ji ber kar û fidekariya wî.
Her usa endam û xebatgerên kevn yên KOMKARê Unal Yardimci, A. Osman Koç, Hesen Yildiz, û nivîskar Gojo jî besdarê kongre bûne.
Pêwîst e bê gotin serokên berê yên KOMKARê Bekoye Piçûk (Beko Topgîder) û Mistefa Kisabacak jî di komîta Rêvabîrê Gistî ya nû da cî girtin.
Dengê Kurdistan