Kongreya 14. A Weqfa Çand û Lêkolîna Kurd (KURD-KAV)

Kongreya 14. mîn a Kurd-Kav’ê, roja 12’yê Gulanê, li Stembol, li navenda Weqfê pêk hat. Di kongrê de nêzîkê 50 kes besdar bun. Kongre bi yad û rêzgirtina sehîdên Kurdistanê dest pêkir. Wek rêveber ji bo diwana kongrê Mehmet Celal BAYKARA (serok), Özgür BASUT ( yarîder) Û Kasim KILIÇKAP (yarîder) hatin bijartin.
Serokê dîwana kongreyê M. Celal Baykara, di destpêka pêskês kirina kongreya Weqfê de, li ser giringîya weqfê sekinî û got:’Kurd-Kav yekem rêxistina Kurd e ku bi fermî ji alîy3e dadigeha Turk ve bi navê ‘KURD’ hatîye pejirandin. Ev ji bo Kurdên bakur destkevtîyekî gelek mazin û hêja ye. Lewraye divê em Kurd-Kav’ê bas biparêzin, lê xwedî derkevin û bikin bingeheke netewî a Kurd. Her endam û avakarê Veqfê wekî xwedîmalê weqfê ye. Di basî û nebasîya Weqfê de, hevpar e. ‘
Li ser navê HAK-PAR’ê Endamê Meclîsa HAK-PAR’Ê Latif EPÖZDEMIR axaftinek kir. EPÖZDEMIR di axaftina xwe de, bal kêsande ser girngî û hewcedarîya sazgeh, dem û dezge, rêxistin û insîyatîvên sivîl, medenî û saristanî yên netewî. Her wiha EPÖZDEMIR di berdewam di axaftina xwe de, li ser sîyaseta karîger a Turk, a li himber tevgera Kurd û Kurdistanê sekini û wiha got. ‘ Siyaseta hakim a Milli a Turk, li ser yekayetî, ango Turkayetî hatîye ava kirin. Lewraye ku Kurd her tim ji bo sistema Turk wek xeterek hatine pejirandin. Hebuna Kurda buye feraseteke xemrevîn ji bo sistema tek a Turk. Ev sitem bi hemu hêz û karîna xwe ve, nehistîye Ku kurd bigêjin mafê xwe yên milli û demokratîk. Dema pirsa Kurdî hatîye holê rayedarên Turk nakokî û rexnebarîyên di navbera xwe de beralî kirine û bi yekdengî li dijê Kurdan sistema Tekane a Turk parastine. ‘
Latif EPÖZDEMIR berdewam di axaftina xwe de balkêsande ser pirsa ‘ mafê perdegarîya bi zimanê dayîk’ û wiha got: ‘Sistema karîger a Turk, li ser Turkayetîyê hatîye ava kirin. Ew ‘Tek’ û ‘Milli’ ye. Fereseta Turk ji ‘tek’ bunê Turk, ji ‘milli’ bunê jî, tengnezerî û nîjatparêzîyê xulqandîye. Li hemu dinyayê çarelêkirina pirs û pirsgirekên zimanan ne bi sêwazên sîyasî, lê bi ray û rêyên civakî û saristehî û çandinî têne nirxandin. Lê sistema Turk pirsa ‘perwerdeya bi zimanê Kurdî’ ji bo xwe hay û sedemeke xeter dibîne û vî mafê serekeyê mirovatîyê, ango ‘mafê perwerdegarîya bi zimanê dayîkê’nade milletê Kurd. Lewra eger vî mafî bide Kurdan, wê ew sîstema damezrêner a Tekayetî hilwese. Wê demê wê pirdengî, piralî û pirrengî were gengesekirin û bivê nevê wê sîstem sazîya Turkîyê hewcedarê ji nuve avabuyinek pirali bibe. Tê dîtin ku Turk bi biryarên bêgengesî, lis himber vî maf3e rewayê Kurdanin. ‘
Her wiha di Kongrê de yek ji damêzrênerê Weqfê, birêz M. Emin BAYBAS ji axaftinek kir û liser yekîtîya Kurdan û hevkarîya r3existinên Kurd sekîni.
Pistî axaftinên besdaran desteya rêveber a KURD-KAV’ê ji nuve hate bijartin. Li gor vê desteya rêveber jibo dema pês ev Kesin:
1-Abdurrahim DELI, 2-A. Latif EPÖZDEMIR, 3-Mustafa AYTAS, 4-Semra Arcan GÖKÇEN, 5-Fisun Parlak KILIÇKAP, 6-Faruk Dure, 7-Mithat Atilgan, 8-Behçet EPÖZDEMIR, 9-H. Cihan BAYKARA, 10-Nihat BAYRAK, 11-Mehmet ÖLÇER.
Desteya rêveber a nû ya KURD-KAV’ê pasî, civîya û wek Serokê gistîyê Weqfê Abdurrahim DELI bijart.
Dengê Kurdistan