Kongreya ENKSê: Bila Sûriye federal be
Qamislo (Rûdaw)– Sevê din li bajarê Qamislo yê Rojavayê Kurdistanê sêyemîn kongreya ENKSê bi besdarbûna 282 endaman birêve çû.
Kongreyê tekez kir ku, divê Sûriye dewleteke federal be.
Di kongreyê de 78 kes ji bo rêveberiya nû ya ENKSê hatin hilbijartin ku 39 jê endamên partiyên siyasî û 39ê din jî serbixwe ne.
Her wiha hat gotin ku di nav endamên serbixwe yên rêveberiya ENKSê de, 9 ciwan û 8 jin jî hene. Endamên rêveberiya ENKSê ji herêmên Kobanî, Cizîrê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê pêk hatin.
Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, di kongreyê de 3 kursî jî ji kurdên êzîdî re hatin veqetandin.
Beriya ku kongre were lidarxistin dihat gotin ku di kongreyê de dê biryara avakirina hêzeke lesker jî were dayîn lê hat zanîn ku ev mijar ji civînên din ên encumenê re hatiye histin.
Di sêyemîn kongreya ENKSê de derdora 260 delege besdar bibûn.
Dengê Kurdistan