Kongreya Kurdên Sûriyeyê li Hewlêrê bi dawî hat

Bi derxistina beyanameya dawîn, Kongreya Kurdên Sûriyeyê li Hewlêrê bi dawî hat ku duhî bi besdariya 249 endamên ji 25ê welatên dinyayê dest pê kiribû.
Dengê Azad/Hewlêr
Wek di beyanameya dawîn a kongreyê de jî hatiye, di maweya 20 rojên kongreyê de gelek gotûbêj li ser pirsa kurdî li Sûriyeyê û xwepêsandan û qurbanîdana niha hate kirin ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê bo pêkanîna dewleteke demokratîk, tê de besdar bûne.
Bi gotina endamê kongreyê Selal Gedo ew pistgirî li tewsiyeyên kongreya civata nistîmaniya kurdên Sûriyeyê dikin ku li 26ê tisrîna yekê ya sala borî li Qamisloyê bi rê ve çûbû.
Di kongreyê de çend tewsiye hatine derxistin û aresteyê civata nistîmanî ya kurdên Sûriyeyê û kurdên sûrî yên li derveyî welêt hatine kirin.
Hate ragihandin ku di kongreyê de pistgirî li soresa gelê Sûriyeyê hatiye kirin û behsa girîngiya yekrêziya di navbera kurdên Sûriyeyê de hatiye kirin çi li hundir çi jî li derve.
Sekreterê Partiya Demokratxwaza Kurdên Sûriyeyê Hemîd Derwês di daxuyaniyekê de jî got, ‘Em daxwaz dikin hikûmeteke nû li Sûriyeyê bê damezrandin ku tê de mafên hemû neteweyan tevî kurdan, parastî be û demildest hilbijartineke pak bê pêkanîn.’
Dengê Kurdistan