Nûçe

Konsêra Sivan Perwer li Kopenhagê bi coseke mezin derbas bû

Yilmaz Yildiz/Dema Nû/Kopenhag

Di roja 17.05.2013’ande, bi amadekarîya KOMKAR-DK, konsêra hozanê gelê kurd Sivan Perwer li bajarê Kopenhagê, li taxa Albertslund’ê hate li dar xistin. Konsêr ji serî heta dawîyê serkeftî derbas bû û girseyeke mezin ji kurdên nîstecîhên Kopenhagê û derdorên wê tê de besdar bûn.

Konsêrê bi yek deqe rêzgirtin ji bo sehîdên Kurd û Kurdistanê destpê kir. Pistre jî grûba zarokan a bi navê ‘Koma Wanê’ derket ser dîkê û hunera xwe pêskêsî besdaran kirin. Koma zarokan bi wî temenê xwe ê biçûk û bi deng û awazên xwe ên balkês, demeke gelek hêja ji bo mêvanan pêk anîn. Pistre jî hunermenda ji Rojavayê Kurdistanê, Sêrîn Hûrî hate ser dîkê û bi hunera xwe mêvan rakir sahî û dîlanê.

Gava ku hozanê gelê kurd Sivan Perwer derket, hemi mêvan rabûn ser pîyan û bi çepikan pêswazîyeke germ lê kirin. Hozan Sivan Perwer bi deng û awazê xwe ê xwes – him bi stranên xwe ên klasîk û him jî bi stranên folklorîk û bi melodîyeke xurt heta derengî sevê besdar di nav cos û sahîyê de histin.

Ji bo rêzgirtina li kar û xebat û keda hozan Sivan Perwer di derbarê çand û kultûra kurdî de, KOMKAR xelatek pêskêsî wî kir. Sivan Perwer jî di axaftina xwe de gelekî spasîya KOMKAR’ê kir û kêfxwesîya xwe ji bo vê dîyarîyê anî ziman.

Dengê Kurdistan

Back to top button