Nivîsar

Kurd hukûmatan nas nakin

Dîroka kurdan gelek tevlihev e. Bi teybetî esîretî di nav gelê Kurd de di dema buhûrîde xûrt bûye. Ez bawar dikin ku li Kurdistanê esîretên Kurd bi zanayî an jî bi nezanayî wakû malbatên mezin hebûna gelê Kurd parastine. Piranîya esîreten li hember Osmanîyan û Sahê Îranê bi navê esîretîyê gelê Kurd parastine. Gelê Kurd tu car desthilatdariya hukûmata Osmanî û hukûmata Sahê Îranê bi dilxwesî qebûl nekirîye.

Bi vî awayî gelê Kurd li Kurdistanê dijî Osmanîyan û Sahê Îranê ber xwe daye û ji Kurdistanê dûr neketîye. Mafên mirovatîyê û aborî jî bi destê serokên esîretan hatine parastinê. Lê belê rêberên esîretan bi zagonên kevnare û adetên kevnare serweriya civatê kirine..

Navbera gelê Kurd de qîmeta hukûmata Osmanîyan û Sahê îranê tune bûye. Bi teybetî kurdan ew wakû hukûmeta xwe nedîtine û bawarîya xwe jî bi polîs û leskerên wan neanîne.

Niha jî zilma hukûmata Îranê, hukûmata tirk û ya Esad li ser gelê kurd heye. Gelê Kurd van hukûmatan jî nasnake û heya ku bê çareser nemîne naçe ba van hukûmatên xûnxar doza çareserîyê nagere. Kurd piraniya pirsgirêkên navbera xwe, bi xwe çareser dikin.

Car caran jî Kurd bi zagonên kevnare, bi destê xwe cirmê hevdû didin. Ji ber ku Kurd hukûmatan wakû hukûmatên neyar dibînin û hin caran çek jî li dijî wan bi kar tînin. Em hemû dizanin ku di zagonên kevnare de doza namûs û doza xwûndarî an jî hêfgirtinê hene. Gelek caran cirma van jî mirin e. Bo vê yekê di dest kurdan de her tim çek hene û çek wakû qûwet dibînin.

Çend rojan berê walîyê Musê Vedat Büyükersoy wiha got:’Li Goma Bayramliyê du malbatan li ser erdê ser kirine û ji du malbatan 7 mirov hatine kustin û 9 mirov jî birîndar in.’

Gelo çima wan malbatên Kurd pirsgirikên xwe bi hukûmata tirk ra çareser ne kirine? Pir caran di doza xwûndarîyê û doza namûsê da jî hukûmata tirk cirmê dide mirovan. Lê belê Kurd cirma hukûmata tirk pêswazî nakin û bi xwe cirma mirinê didomînin. Dema ku ji wan mêrkujan bipirsin wiha dibêjin:’Doza namûs û doza xwûndarîyê ye. Bo vê yekê em bi xwe ceza dikin, dikujin.’

Ez bawer dikim ku sedema herî mezin helwesta hukûmata tirk e . Hukûmet ji dijberiya di navbera kurdan da sûdê werdigre. Pistî ser û malxirabiya navbera malbatan, aliyek mecbûr dimîne erd û warên xwe terk dike. Kuda diçin? Rojavayê Anatoliyê! Ciyê herî musaîd ji bo asîmîlekirin û helandinê! Gelo em Kurd kîngê ji vê qirêjê dûr kevin?

Gor dîtina min nasnekirina „hukûmatan’ rast e û mirov kustin jî hovîtî ye. Ez dikanim wiha bêjim :’Heya ku Kurdistan azad nebe ,navbera kurdan de doza xwûndarîyê, doza namûsê û rewsa gundîyên Kurdistanê wê dom bike. Ji ber ku Kurd hukûmata tirkan mîna hukûmata xwe nabînin û hukûmat jî wan wek kurd ji xwe ra hevwelatî nabîne.

Balkêş e ?
Close
Back to top button