Nûçe

Kurd û dostên Fransiz, Mam Celal li Parisê bi bîr anî

W. LICÎ/Paris

Nûnerîya hukumeta Kurdistanê li Fransayê, ji bo rêzgirtin û yadkirina Mam Celal Talabanî, roja 9ê cotmeha 2017an, li saredarîya 15an a Parîsê kombûneka mezin amade kir.

Bernameyê bi rêzgirtin û sirûda neteweyî Ey Reqîb dest pê kir, li ser navê hukumeta Kurdistanê A.Dolemerî, ji YNKê L.Jaf, ji PDK-Îran H. Serîfî, ji Enstîtuya Kurd li Parîsê K. Nezan li ser jîyan û kesayetîya Mam Celalê têkoser, pêsmerge, rêber û dîplomat axivîn.

Dostên qedîm wek wezîrê berê yê Fransayê Bernard Kouchner, sefîrê berê yê Fransayê Frédéric Tissot, li ser navê weqfa France Libertés Jérémie Chomette, gelek rojnamevan û her wiha nûnerên Ecologie- vert, PCF, UDI jî hevxemîyên xwe pêskêsî malbata Mam Celalî û miletê Kurd, kirin.

Endam û terefdarên Partîya Maf û Azadîyan HAK-PARê jî bi qewzegulek amade bûn, li ser deftera bîranînê peyama xemgînîyê nivîsîn û serexwesîyê xwastin ji malbata Mam Celal Talabanî û nûneratîya YNKê ra.

Dengê Kurdistan

Back to top button