Nûçe

Kurdan li bajare München dengê xwe bilind kirin

Wek ku raya gistî jî agahdar e, dewleta dagirker Tirkîyê erîs bir ser Kürdistana rojava û bi taybetî bajarê Efrînê. Bi deh hezaran xelkê me ji ber êrisên dewleta dagirker dîsa perîsan û koçber bûn. Ji bona protesto kirina vê êrîsa ser Efrînê roja semîyê 27.01.2018 li meydana Marienplatz seat 13.00 me komela KOMKAR e ya München xwepêsandanek amadekir . Xwepêsandan ji alîye rêxistin, rêxeravên Kurd û keseyetiyên Kurd hat pistgirîkirin. Bi jimareke mezin Kurdên München û dorberê München di vê çalakiya hanê da cîhe xwe girtin. Cîyê sanazîyê ye ku kurdên Muchenê bi girseyî besdarî vê xwepêsandine bûn. Berpirsên KOMKAR München bi zimanê Almankî di axaftinên we da êrîsa hanê protesto kirin; daxwaz ji dewleta Almanya federal kirin ku pistgrîya leskerî bona Tirkîyê bidin sekinandin. Çalakî bi avayek astîyane qedîya.

Rênas Sütçü
Dengê Kurdistan

Dengê Kurdistan

Back to top button