Kurdan li Kopenhagê ji bo Kobanê xwepêsandanek lidarxistin

Yilmaz Yildiz – Kopenhag
Ev bû 3 hefte ku rêxistina terorîst a bi navê DAIS’ê bajarê Kobanê dorpêç kirîye û bi çekên giran êrîsan dibê ser navenda bajêr. Heta vê gavê jî servanên kurd û xelkê Kobanê bi mêrxasî li ber xwe didin û nehistine ku terorîstên îslamî dest deynin ser bajêr. Heta niha jî êrîsên DAIS’ê ên li ser herêma Kobanê û gund û navçeyên herêmê bû sedema koçberîya zêdeyî 150 hezar kurdan ber bi Bakurê Kurdistanê ve. Heta niha jî gelek kurd hatine kustin û gelek jî winda ne û metirsîyeke mezin heye ku DAIS wek li Singalê komkujîyekê bînê serê xelkê deverê.
Bi vê pêwanê û ji bo êrîsên DAIS ên li ser Kobanê mahkum û sermezar bikin û ji bo ku li Kobanê xwedî derkevin û dengê Kobanê û qêrîn û nalîna xelkê kurd li Rojavayê Kurdistanê bigihînê civaka danîmarkî û civaka navnetewî, di roja 03.10.2014’an de li ber parlamentoya Danîmark xwepêsandaneke girseyî hate lidarxistin. Xwepêsandan ji alîyê Komela Kultûrî a Kurdên Sûrîyê li Danîmark ve hat organîze kirin. Federesyona Komelên Kurd li Danîmark û Encûmena Nîstimanî a Kurdên Sûrîyê jî pistgirî dan xwepêsandanê.
Xwepêsandanê di seat 15’an de bi sirûda netewî ‘Ey Reqîb’ û di bin alên kurdî dest bi bernameyê kir. Pistre li ser rewsa Kobanê û rewsa gelê kurd û metirsîya DAIS’ê him bi zimanê kurdî û him jî bi zimanê danîmarkî axaftin hatin kirin.
Endama kurd a parlamento ji Partîya Sosyalîst a Gel (SF), Özlem Çekîç jî di xwepêsandanê de amade bû û axaftinek pêskês kir. Özlemê bal kisand ser perîsanîya kurdan û metirsîya DAIS’ê û anî ziman ku divê yek ji niha û pê de ji DAIS’ê re tenê gotina ‘terorîst’ bi kar bînê, ji ber ku ew tenê karê terorê dikin û tu tistekî wan bi dîn û misilmantîyê û mirovatîyê re nînê.
Pistî axaftina Özlemê, gelek nûnerên partî û rêxistinên kurdan jî li ser navên rêxistinên xwe axaftinek pêskês kirin, êrîsên DAIS’ê sermezar kirin û pistgirîya xwe ji bo Kobanê û gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê nîsan dan. Di xwepêsandanê de gelek endam û nas û dostên KOMKAR û PSK’ê jî amade bûn û pistgirîya xwe nîsan dan. Serhad Amedî jî li ser navê PSK’ê axaftinek kir û bi berfirehî qala tifaq û yekîtîyê kir. Amedî got ku dijmin bi rêya DAIS’ê li Basûrê Kurdistanê êrîs birin ser kurdan û niha jî li Kobanê eynî tistî pêk tînin û dixwazin îradeya gelê kurd biskênin. Got niha servanên kurd li Kobanê bi mêrxasî li ber xwe didin û pêwîste êdî kurd jî dersê ji van êrîsên dijminan bigrin, yekîtî û tifaqa xwe çêkin, rêya netewî û nîstimanî ji xwe re hilbijêrin û hemû hêzên kurdî li gel hev bi yek dengî tevbigerin û pistgirîya Kobanê û gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bikin.
Ji hemû besên Kurdistanê kurd besdarî xwepêsandanê bûn û pistgirîya xwe ji bo Kobanê û Rojavayê Kurdistanê dîyar kirin.
Xwepêsandanê heta seat 17’an dewam kir.
Dengê Kurdistan