Nivîsar

Kurdan seqam li AKP-ê dan

Yusuf Budak

Di 7.Heziranê de kurdên Kurdistana Bakur çûbûn ser sindoqan û bi dengên xwe seqam li AKP-ê dan. Ango piranîya kurdan dengên xwe nedan AKP-ê û di vê rewsa dawî de AKP-ê bo damezirandina hukûmati piranîya nengan dest nexist.

Di dema borî de, piranîya kurdên oldar bawarîya xwe bi AKP-ê diwanîn. Bo vê yekê 12 sale ku AKP li ser îqtîdar re. Mixwebin tim Kurd hatin xapandin. Kurdan jî dîtin ku AKP derawan dike û daxwazin Osmanîyan diparêze. Bo vê yekê kurdên oldar dengên xwe nedane AKP-ê.

Niha jî piranîya kurdên oldar dengên xwe dane HDP-ê. Di vê rewsa de gelek Kurd bawarîya xwe bi HDP-ê tînin. Lê belê di bernameya HDP-ê de tistek ji bo mafên gelê Kurd tune. Ez bawar dikim ku Kurd vê cara jî bi HDP-ê ra tên xapandin. Gelo va jî çend salan dikudîne? Bêfeyde ye û heya ku bihar nehê havîn nahê.

Di hilbijartina 7.Heziranê de Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR jî hebû. HAK-PAR-ê di hilbijartinê de wiha gotibû:’Bila çek bêdeng bibin û ser raweste.Rêya çareserîya pirsgireka kurdên bakur,di sistemek bi sertê wekhev,dadwar û azad de,di federasyonek binirx de dibe. Ev yek tenê rêya rasteqîn a çareserî kirina pirsgireka miletê Kurd e.’

Belê,sistema federal bo du gelan wekhev bûn e û ya helê bas e. Programa HAK-AP-ê têri piranîya Kurdan ûTirkan dike. Lê belê di hilbijartina 7.Heziranê de dengên HAK-PAR-ê kêm zêde bûne.
Ez bawar dikim ku HAK-PAR bi vê programa xwe, pêserojeke ronî de ser dikeve.
Va jî xwa nîsan dide ku gelê Kurd partîyan dor bidor diceribîne. Vê cara jî dora HDP-ê ye.
Gor dîtina min ya helê rast, HDP bi AKP-ê ra hukûmatê saz bike û wek partiyek Kurd eskere doza mafên gelê Kurd biparêze û hemû pardîyên kurdan hemêz bike. Bi vê avayî gelê Kurd jî bo pêserojeke ronî xurttir dibe.

Ji mafên netewî dûr ketin ji gelê Kurd dûr ketin e. Ango gelê Kurd ra feyde nake.

Balkêş e ?
Close
Back to top button