KURDÊ BINXETÎ HÎVYA PISTGIRÎYA TEMAMIYA KURDA NE
Çawa ku tê zanîn zulma dagirkeran û hevalbendên wan li her çar perçê Kurdistanê bi heman hedefê va dihat berdewam kirinê. Ango: Di hemû waran de asîmîle kirin, nefî kirin, talankirina binerd û sererdî, qedexa ziman û kesayetiya kurd û kurdistanî, kujtin û çavtirsî kirin. Lê li Binxetê ango li Kurdistana Rojava sîyaseteke gelekî cuda dihate mesandin. Her sê perçên Kurdistanê yê di, diketin rojeva dagirkeran û hevalbendan. Serhildan li wan deveran dihatin pêkanîn, ji pistî binketîbûna kurdan komkujî dihatin mesandin, rêber dihatin darda kirinê, kurd dihatin nefî kirinê û ji ber vê jî dagirker û hevalbendan her usa dewletê dijî wan, rewsa kurdan dikirin hacetê sîyaseta xwe û li ser dewlemendiya Kurdistan û Kurdan bazara xwe dikirin. Xûna kurdan, zulm û ziordariya li ser wan dibû qurbana petrol û xazê.
Lê Perçê Kurdistanê yê Rojava, ku bibû cîhê, xwe ji zulmê parastinê, kurdên wê deverê bibûn malîvanên hemû welatparêzan (Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrîcan, Nureddin Zaza, M.Nurî Dersimî, Bedirxaniyan hwd.), ji bo hemû serhildanên Kurdistanî canê xwe û malê xwe dabûn ber xizmeta welêt(Rojhilar, Basûr, li Bakûr) tu caran, wek îro neketibûn rojeva Kurdan û dinê. Lê dîsa jî em nikarin bêjin, ku partî, rêxistinên demoratîk û sîyasetmedarên Kurd erka ku, dikeve ser milê wan tînin cîh. Dengên wan ji pistî hevdîtineke Kurdên Rojava tê bîhîstin, lê insîyatifeke wan xwe tune.
Em kurdên Bakûrê Kurdistanê wek nimûne bêjin. Gelo ew li ser rewsa Kurdê Rojava çi dizanin. Ez qala hinek tistên ku êdî hemû kes dizanin nakim. Gelo siyaseta Esetan li ser kurdan çi bû? Esetan bi kîjan derban sîyasetmedar û partiyên Kurdan dabûn bin zexta xwe? Esetan bi bûyera sinema Amûdê va ji kurdan ra çi got? Girtiyên bê îfade, an jî yên ku di hepsê da agir berdanê û sewitandin! Ji xêncî hinek sîyasetmedar û partiyan haya çend bakûriyan ji van bûyeran hebû?
Ji ber vê jî me wek Komela Pistgiriya HAK-PAR`ê û Komela HEVALTÎ e.V. Bottrop xwast ku em di vê rewsa hanê da dengekî derxin. Em dizanin hinek kesên di jî, di vî warî da dinivîsin, lê me xwest ku pisporekî ji wî besî, her usa kesekî ku di nava kar û xebata sîyasî da rola xwe, li ser navê Encumana Nistimanî dileyize, di hevdîtinên Amerîkayê û Hewlêrê de besdar bûye, me û besdaran agadar bike. Ji ber vê jî me, ji bo 30.09.2012 an Berêz Dr. Kamiran Hecî Ebdo vexwand konferansekê.
Di vê konferansê da dîsa hate dîtin, ku piraniya kurdan tenha besa ku ew jê hatine, an jî tenha ola xwe difikirin. Ku babet ne besa wan be an jî ne ola wan be besdar nabin. Ya di jî ku partiya wan amade nekiribe dîsa gelekî giringiyê nadinê. Em hemû kesên ku, di nava sîyasetê da ne, bas dizanin û her tim dibêjin Pêdiviya yekitiya Kurdan heye, divê hemû kurd dest bidin hev’. Lê di pratîkê da rews qet jî ne usa ye. Ji ber ku, di vê semînerê da dîsa hate dîtinê. Bestar, ji nîvî zêdetir dîsa Rojavayî xwe bûn. Ya rastî me ev konferansa ji bo ne Rajavayîya amade kiribû.
Dr. Kmiran dîroka sîyaseta rejîma Esetan gelek bas raxist ber çavan û zulm û zordariya ku li ser kurdan hatiye mesandin raxist ber çavan. Her usa pek hatina ENKS tev xebata partiyan, encamên hevdîtinên Hewlêrê û gavên ku di pratîkê da têne avîtinê û astenîyê heyî jî anîn ser ziman. Dr. Kamîran pirsgirêkên di navbera ENKS û PYD jî nirxandin. Taybetî jî li ser ENKS sekinî û got: Me hemûyan dît ku ji pistî pêkhatina ENKS, giraniya me ya polîtik gelekî bilind tê nirxandin. Em wek alî têne pejirandinê. Heta bêjî, wezîrê dewleta Tirk, Davutoglu li Hewlêrê gel me rûnist. Nêta wî ne erênî bû, lê rûnist. Ku yekitiya me nebûya, bawer dikim, kombûneka weha pêk nedihat. Ev jî nîsan dide, ku yekitiya me pêwistiyek e.’
Ji pistî navberê, di besa pirs û bersivan da hinek pirs jî hatin. Nimûne: Ji bo çareser kirina pirsa Kurdên Rojava hûn çi dixwazin ? Di hevdîtina Hewlêrê da biryarek derket holê? Bersiva Dr. Kamîran: Belê em hemû wek hev nafikirin lê sistemeke Federatif, ji bo çareseriyê riya here rast e. Em dikarin bêjin piranî di ser vê dîtinê ye.’
Di dawiya konferansa ku 3 saetan domand ev pirsa gotarvanê hêja hate kirin. Hûn ji me Kurdên li dervayî welêt çi hîvî dikin? Em çawa dikarin mil bidin tekosîna Kurdên Rojava?
Dr. Kamîran: Rêxistinên li dervayî welat taybetî jî rêxistinên wek KOMKARê dikarin di warê diplomasiyê da alîkariyê bidin me. Hûn dikarin dan û standinên xwe da rewsê ji bo ewrupayîya û kurdan eskere bikin. Ev karayê moral bide Kurdên Rojava. Her usa seminer, konferans, civîn, masê xwepêsandanê, sevên alîkariyê bêne amadekirinê’
Ji pistî vê bersiva daxwaziyê konferans hate dawî.
Bijî tekosîna Birayên Rojava!
Bijî Kurd û Kurdistan
Fettah Timar