Nûçe

Kurdên Avusturya pistgirîya xwe ji Referandûmê re nîsandan!

Îro bi hezaran Kurdên Avusturya (Nemsa) li paytext Viyana’yê li meydana bajêr ya navdar Heldenplatz kombûn û pistgirîya xwe ji bi Referandûma Serxwebûna Kurdistana Basûr nîsandan. Mezin piçûk bi qasî duhezar Kurdên ji hemû besên Kurdistanê bi kelecan alayên rengîn libakirin û bi yek dengî pistgirîya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê dîyar kirin. Bilî alîgirên PKK û Goran, ji hemû dîtin û rêxistinên cuda û kesên welathiz cî girtin. Di vê rojê de alîgirên PKK jî mesek çêkirin bi navê ”Azadî ji bo Öcalan”. Viyana bû sahidê du çalakîyên ji hev gelek cuda;”Azadî bo Kurdistan” û ”Azadî bo Öcalan”.
Kombûn û festîvalên Referandûmê li welatên cuda berdewam dikin. Li her derê bi besdarîyeke mezin û serkeftî derbas dibin. Kombûna li Vîyanayê jî bi xwesî û serfirazî derbas bû.

Dengê Kurdistan

Back to top button