Kurdên Bakur bi germî û bi ala Kurdistanê pêswazî li Pêsmerge dikin

Îro Hêzên Pêsmerge yên ku bi riya bejayî diçin Kobanê gehîstine bajarê Bakurê Kurdistanê Kurdên Bakurê Kurdistanê bi germî û kêfxwesyeke mezin pêsewazî li wan kirin.
Ew Hêza Pêsmerge ya ku bi riya balafirê çûye Bakur li navendeke leskerî li nêzîkî sînor e û niha çaverê gehistina wê hêza bejayî dike ku bi hev re derbasî Kobanî bibin.
Ew hêza bejayî ji aliyê kurdên bakurê Kurdistanê ve bi germî hatiye pêswazîkirin.
Gellek xelkê Bakurê Kurdistanê derketine pêsiya Hêzên Pêsmerge û pêswaziyê li wan dikin. Herwiah xelk li Pirsûsê li kolanan li hêviya hatina wan in.
Herwiha hat ragihandin ku vê êvarê Ew hêza bejayî, niha gehîst bajarê Wêransarê û ji aliyê kurdên wî bajarî ve bi germî û bi ala Kurdistanê tên pêswazîkirin.
Servanên YPGê li Kobanî bi hatine Hêzên Pêsmerge pir dilxwes in û amadekariyan dikin bo derbasbûna Hêzên Pêsmerge.
KDP.info
Dengê Kurdistan