Kurdên Berlinê Servet Dîsçî Bi Bîranîn

Kurdên Berlinê, di roja 25ê Hezîranê da welatperwerê hezkirî, endamê KOMKAR-Berlîn, Servet Dîsçî, bi civîneke tazîyê bi bîr anîn.
Li ser dika salonê alayeke Kurdistanê hatibû raxistin. Di bin da jî gul û wêneyên Servet hatibû bi cîhkirin.
Di gel jin û herdu zarokên Servet, bira û jinbirayê wi jî di civînê de amade bûn.
Her weha, ji çar perçeyê Kurdistanê bi dehan heval, hogir û hezkirîyên Servet jî besdarê civînê bûn; peyamên partî û rêxistinên xwe xwendin. Kesên ku di gel Servet danûstendin kirîbûn, her weha pê ra kar kiribûn, serpêhatîyên xwe anîn zimên. Ji malbat û KOMKAR-Berlîn ra serxwesîyên xwe careka din dîyar kirin.
Civîn, bi awayekî rêk û pêk hatibû amadekirin û bi destê endamê KOMKAR-Berlin Unal Yardimcî hat bi rêvebirin.
Axaftvanê yekem Serokê Komela Berlîn, Evîn Koflî bû. Koflî bi xêrhatina mêvan û endamên komelê kir. Bi kurtayî li ser jîyan û tevgera Servet Dîsçî rawestîya. Pasê endamê rêvabir ya Komela Berlîn, Medîha Lîndner, axaftineke kurt kir. Ji ber xemgînîya xwe ne karî axaftina xwe bi dawî bîne.
Unal Yardimcî ji dur û dirêj li ser jîyan û têkosîna Servet axaft.
Bi navê PDK-Iraq liqê 6an, Fewzî Esed, bi navê SOZK Ferhad, mamostayê zimanê Kurdi Ewdila Dirêj, ji Basûrê Kurdistanê Wîdad, serokê KOMKAR Rohat Geran axaftinan kirin.
Ronakbîr û nivîskarê Kurd Yilmaz Çamlîbêl ji peyamek ji bo civînê birêkiribû. Peyam di civînê da hat xwendin.
Di dawîya civînê da birayê Servet axaftinek kir û spasdarîya malbatê ji bo besdaran anî zimên.
Serokê KOMKAR-Merkez, Rohat Geran li ser goristana Servet
Fewzî Esed, Perpirsîyarê Liqa 6an ya PDK (Partî Demoqratî Kurdistan)
Medîha Lindner
Dengê Kurdistan