Nivîsar

Kurden Ezdi u Qetlyama Ermeniya / Para duda

Para duda

Van roja li seranserê chanê 100 saliya komkujiya Ermeniyan ku di alyê dewleta Osmaniyê va hatiye kirin tê bîranîn. Ew qewimandin bûyareke res e di dîroka mirovayê da. Ew neheqîke mezin bû ku gelê Ermenî hate kirin .
Wan sala tevî Ermeniyan civaka Êzdiyên Serhedê jî ketin li ber wî sûrê xezebê, gund û warên wan hatin sewtandin, talankirin, bi hezara evdên bê sûc û gune hatin qetilkirin, cîhilkirin. Êzdî jî bi temamiy hêza xwe derketin dijî wê neheqiyê, wan jî roja ewln da heta dewyê tevî gelê ermenî her dijwerî kisandin, her serîda pist dane hêzên ermeniya û ser kirin dijî neyarê tomerî.
Lê ne ermenî ne kesê komkuji u emeke Êzdiyan bîr naynin. Derheqa komkujiya wan da xeberdan nîne.

***

Di diroka gelan u civakan da Genosid- Komkuji deme here tiragik u dijwerin. Xwezi wan gelan ku demen usaye xezeb nejitine. Diroka civaka Ezdiyan ji dewranan heta iro diroka genosid-komkujiyan u tiragediyan e. He peyva genoside di ferhenga zimanzanya cihanê da tunebu u pey ra ji fermi wek suceki mirovaye ye res nehatibu qebulbun Ezdiya derheqa 72 Fermanen ku cihana islami u zulmkaren Osmaniyan anibun sere wan da diaxivin.

… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ezdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kustin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yanê biryar: biryara hêzên hukumdar. hêzên deshiletdar, hêzên dewleta hov. Ev peyv bi dewrana ketîye nav xûn, mejû û bîranîna evdên Êzdî. Wek biryara neheqiye, zulmê, kokbîrîyê, talankirin, wêrankirin, sewitandina sên, gund û ware wan. Bi dewrana hezen olperest, çekdar yen dewleten Ezdi navda jiyane hatine ser ci u waren ezdiyan talan u weran kirine, jin-zilam, zarok, kal- pîr kustine, serjêkirine, keç- bûk birine, ji bo ew Ezdi ne.

Dewra Osmaniye da ew xezeb u zulm, ew bexwedeti u bewijdanya olperest li ser civaka Ezdiyan he xurt bu.

Em van 250-300 sale dewye mezekin. Sal nine ku dewleta Osmaniye bi êrîsên talankirinê, wêrankirinê, islamkirin u werankirine nehatibin li ser Ezdiyan .

Ezdi ji aliye Osmaniye da dihatin qire ji bo ew Kurd bun, aliye hinek mir, padsa, axa, beg, oldar u hukumdaren Ereb, Ecem, Tirk u Kurden olperest va ji bo ew musulman ninin. Le rasti ewe li bin perda dindarye da mereme teva talankirin u hesabe civaken wak Ezdiyan zenginbun, milk u male wan zevtkirin bu.

Ya here xeter Ezdi himberi wan hovitiyan tene bun, cihane da kesi denge wan nedibihist, kes pista wan nediseni, kesi deste alikarye direji wan nedikir, kesi deste neheq u xunmija nedigirt. Netewa Kurd ji ji bo ola xwe neyartiya Kurden ezdi dikirin.

Berovaji ew zulm li ser nave Xwede u pexemben xwe dikirin, giva ke wi ‘kare piroz’ bikin we biçin buhuste, ke zaroka, kal pire ezdiyan bikuje, peli namusa wan bike, gund,war u sene wan talanke, bisewitine, weranke, ke keda ezdiyan ya helal deste zore ji xwera bi herami bibe careke va diçe buhuste… Ez nizanim ew idiologiya diji Xwedenasye, diji normen murala mirovaye ke kirye sere evdan u wan ji çawa we neheqiye bawar kirin e, heta iro ji ve dewra zanestiye da we derewa eskere bawar dikin.

Ji wan fermanen anîne sere Kurden ezdi yek ji ya din zulmtir u xezebtir bune.

Ezdi ji nexwendi bun, xwendin ‘nivisar ji xwe heram kiribun. ji bo we ji biranin, izbatiye niviski derheqa wan kumkujiyan, wan neheqiyan, wan demen xezeb da diroke ra nehistin e, eger tisteki rast maye ew ji alye biyanyiyen xerxwez va .

Sede komkujya sala 1831e, ya ji alyê Mîrê Kora va pêk hat, dîplomatê dewleta Înglîs Avgûst Layard dinivîse, ku wê demê sê êrîsên giran çûne ser Êzdiyên Sêxan û Sengalê, ji çar êzdiyan sisê kustin, Mîrê Êzdyan: Elî Begê mezin birin darda kirin, 10 hezar keç û bûkên cîwan bi destê zorê birin, tenê li gundê Xetarê 500 evdên Êzdî kustin û kirine gorekê 1…

Sala 1891 ê bi serokatiya Emer Wehbî pasa, Firîqe leskere Osmaniye / esle xwe va kurde Silemaniye/ erîseke pir dijwar u xunrej bire li ser Êzdiyên Sengal û Sêxanê. Tawis, simvol û nîsanên Êzdiyan yên pîroz bi zorê ji wan stendin , ci u waren Ezdiyan talan kirin, Lalisa Nûranî kirin medresa Islamî. Bi sûr xwestin Êzdîyan biqelinin, islamkin. Xelqê destê teslîm bun, lê yê çîya ber xwe dan. Bi deha hezara Ezdi hatne qire.

Gilî digîhîje konsûlên Firansa, Înglîs, Rûsya. Di bin hukumê dîplomasyê da, dewleta Osmaniyê ji xwestina xwe pasda disene û dîsa Lalisê dide Êzdiyan.

Komkujiya Sengale ya 3 e Tebaxe sala 2014 alye DEIS ê islam da rast kopiya wen komkujiya bu. Xezeba ve tragediyaye hun ji min çetir zanin 2…

Derheqa ve riya zulm u zor, ve reya xezeb ku Ezdi tera derbas bune, xenci Qetliyama ve axiriye li Sengale /ku cihane ra bu wek sinemeke genosideye zendi/, tisteki pak nehatiye nivisar, ronikirin, nebuye belge-dokument u diroke ra nemaye.

Diroka Kurden Ezdi ya bi xun heta iro ji ji cihane vesarti di bin egele erebayi giran u tirsa ji musulmaniye dewrana da maye.

Çi ji piri-hindiki bune belge u mane derheqa ezdiyen Sexan u Sengale da ne. Le Kurden ezdi xenci Sexan-Sengale temamiya ci u waren Kurdistane da jitine. Dema diroke u biraninen mezina, nimunen zargotine dikoli dibini ku wereki Kurdistane nine reca Kurden ezdi le nibe. Le ew kuda çun, çawa bun? Ku ira nave wan ji li wan wara tune?

Min ji zare gelek rispiyen ezdiyan yen ela Aparane, berpala çiyaye Elegeze bihistiye, ku kal baven wan /her qebileke/ dest fermanan, ser u dew, zordestiyan ji Muse, Wane, Bitlise, Agirye, Cizire, Weransehere, Desta Diarbekire u gelek waren Kurdistane ye din revyane, ji esiren giran teka tuka xilaz bune, despeka salen 1800 gihistine çiyaye Elegeze. Le çiqas berbi Iran u Erebistana revyane u bera islame da unda bune, ne tene bawari le kurditiya xwe ji unda kirine.Ez bawarim eger deshilatdariya Rus nehata niha ev Ezdiye Rusiyaye ji we tunebuna. Eva rasti ye u her ezdiki welate Soveta bere we yeke we izbatke 3. Wusane ne 73 le bi hezara ferman Kurdistane da li ser Kurden Ezdi çe bune…

Sala 1810-1811 a li Serhede, di nav Kurden êzdi( deshilatdariya mala Kok axa) u esira Kurden musulman Heydera da bi pistgirya dewleta Osmaniye sereki pir giran çe dibe, biranina Ezdiya da ew qetlyam wek ‘Sere Zerif Xatune’te biranin . Serhed ku ‘Ezdixane’ bu ezdi le naminin.

Salen 1820 i du gunde Ezdiyan: Delana Qaso u Delana Paso, li desta Biserye, neziki Qubine, nav seveke da çeteyen Sex Qasime Mala Dewres Nebi ji Sexe Qediriya talan- weran dikin, disewitinin xelke gund giska: Jin zar, kal pir zilam dikujin, serje dikin, kesi nahelin. Çeme Ridiwane bi xun u lase kustiyen Delana dikse. Biranina gel da kilamek maye:

Hey lê dayê Delane,

Hey lo bavo Delane,

Pêsya malê me sere,

Pasya malê me ferman û talane, lawo,

Dewrêsê mala Dewrês Begê

Serê Êzdîyan jê kirine, lasên wana

Di ava çemê Ridiwanê da berdan e.

Ezê ne ketime ber heyfa kustina mêran e,

Ezê dikevme ber wê yekê,wê

Ta, bala xwe bidnê, xortên Êzdîyan

Serê xwe rihîna dînê Êzdî da dan e,wê…

Cinyazên xortên Êzdîyan, ha ho,

Peyayên Niqîban, ha ho,

Çûne serê Duavê, ha ho,

Naverûya Sêlûyê, ha ho,

Tila Potan, ha ho,

Ezê, gulîbirê, îro sê rojin

Cinyazê xortên Niqîban,

Di gola Nadoran, qelibîne, heylayê dayê, ha lawo,

Ezê pistî van xortên Êzdîyan, peyayên Niqîban,

Çi bikim ji ters û talanê giran, malê vê dinyayê,

Ezê xwe heramkim ax û ava vî welatî, lawo 4…

Dema qetile olperest dibinin, herd gund kokbir kirin, talaneki bas xwera birin kes dernekete diji wan, devxun dibin, çend meh sunda, bi hezeke mezin (30 hezar) ereb, kurden olpereste fanatik bi serokatya Esabe Cibo u pistgiriya leskeren dewleta Osmani tene ser Ridiwana Mirzike Zaza /Elen Xalta/. Neziki Ridiwane gunde Erenza Sexan da sereki pir dijwer diqewime. Ezdi bi heza xweye biçuk wana diskenin,

Kilama ‘Sere Erenze ‘ da wa te gotin:

Edlayê digot:Nûre,xweya minê, Esabo Ronî,

Min go were meke,

Tu bi xebera sofî û, feqe û, melayê ber ava Bota meke,

Neçe serê Erenza Sêxan,

Ridiwana bavê Temo, Mîrzikê Zaza,

Serên giregirê Êzdîyan,yê Mîrzikê Zaza,

Kelesê Çilo, Gersemê Gîro,

Êganê Meyro, Miçoyê mala Sêx Îsayê ne heneke. 4a

Sere Rus-Tirkaye ( 1828-1830 ) dewleta Osmani bi hesaveki mezin dide der . Sebebe we sikestina xwe Osmani neaminaya miren Kurda da dibine u bi eskereki pir giran, bi serokatiya Resit u Hefiz Pasa dajone li ser mirti u esiren Kurdan. Ve care Osmani pirs nakin ke ye musulman, ke ye ezdi, bi sureki koka xelke Kurd tinin. Mirzike Zaza dikujin. Dewi hinek mirtiye Kurdan nav wanda wusa ji mirtiya Xalta tinin. ( Binher Eskere Boyik: Ezditi, Mirzike Zaza, Fermanen res, wesena Denge Ezdiyan, Oldenburg). 5

Wan sala disa dewleta Osmaniye, Sex Mirzaye Anqosi hebsa Diyarbekire da dikujin u davejin ser 1700 kone ela Ezdiyen Anqosi, koka wan tinin, ye mayi hinek direvin Serhede, hinek Sengale. 6

Sala 1891 e dewleta Osmaniye fermane Ezdiyen Wane radikin. Ve care xireta netewi alt dike, axa u begen kurden musulman radibin pista Ezdiyan, u bi hereketa Xetib axaye Mendiki ew qetilyam betal dibe 7.

Em dinherin, ku sal nine, ku qetil Ezdiya neye kirin Ezdi ji ji bo xwe parastine reyen xlazbune digerin.
Ji despêka sedsala 19 an Êzdiyan, xazma Êzdiyên Serhede gumana xilazbûna xwe împêratoriya Rûs va girê didin. Ew welat ji xwera wak ciyê xilazbûnê dibînin. Li dewleta Rûsiyaye seva dîn û hebandinê, kesî zordestî li kesî nedikir, fermanên kustin, talankirin, zêrandin û cudatiyê tune bûn, ew yêr bi rastî jî civaka Êzdiyan ra xilazbûn bû. Ji bo wê jî Êzdiyan xwe wê dewletê girtin. Hudûdên Rûsiyayê nêzîk bûbûn, Ezdiyen Qers û Surmeliye orintasiya Rusa hildan u ketine bin perê Rûs, tek Êzdiyên Wanê ji wî hidûdî der mabûn. Ya wan jî, dema wan ra derfetên ewlekariyê nediman direviyane welatê Rûs. Hukumdarîya Rûs, ku ji nav kurda û Kurdistanê terefdara qazancke xweyî li wan derdiket, hela gelek cara alîkariya aborî jî dida malbetên mihacir. 8

Herba hemcihaniye ewlin, ji alye osmanyan va destpebuna komkujiya Ermeniyan û serketina sorisa Oktobirê li Rûsiyayê herêmê da her tist ser û binî hev kir. Hêzên Rûsa ji wê deverê kisiyan çûn. Herem bû warê anarxiyayê, ser û dewa, meydana konflîktên olî, komkujiyan. Ermenî û Kurdên êzdî ketibûn devê xezeba ordya Tirka, û alayên Hemîdiyen talançî. Wan wek lêya mirinê xelkên ne musulman dabûne ber xwe dajotin. Dewsa hêzên dewleta Rûsiyayê qewatên Ermeniyan dijî leskerên tirk serê mirin jiyanê dimesandin. Êzdiyan jî mecbûr ji bo xwe parastinê komên çekdar saz kiribûn tevî Ermeniyan dijî Tirkan ser dikirin.
Serokên Êzdiyan yê wê demê Ûsiv beg û Cangîr axê ev qeziya rind texmîn dikirin, bextê êlên xwe gelê Ermenî va girê didan. Rûs çûbûn, rêyeke xilazbûnêye din êdî Êzdiyan ra ne mabû, bang li Êzdiyan dikirin ku ew jî tevî hêzên Êrmeniya bibin û bi çi cûreyî hebe xwe xweyî derkevin.

Salên 1914-1918 a, Serhed ji Kurden êzdî vala bû. Êzdiyên Surmeliyê /Îdirê /, Qersê û Wanê jî dest qirr ‘ birr, zor û zehmetiyên Tirkan û fanatîkîn cîye olperest warên kal-bavên xwe, milk û mal, hebûna xweye sala hîstin, tev Ermeniyan destê hêsîrê xwe girtin, nava zulm û zorê, talan, xezeb û qetlê ra reviyan û bi teherekê xwe gîhandin Ermenistana îroyîn.

Ewê ku komkujiye xilaz bûn, ji ber bi kokêva qelandineke nû sekinîn. Leskerê tirkayî giran bi deha hezaran pêsda dihat. Eva êdî ji bo Ermeniya (usa jî Ezdiyan) pirsa mirin-jîyanê bû. Hemin ew para Êzdiyên Serhedê ku revyabûne wê heremê wê bi carekêva des- piya biçûna, bihatana qelandin.
Pêwîst bû bi qewata xwe xwe biparezin.
Leskerê Tirka sê enya ra berbi Ermenistana îroyîn diksya, aliyê Serderebadê, ku navbera wê û Yêrêvanê 50-60 km e, werra bikevne Yêrêvanê, bajarê Gumuryê ra, Axbaranêra bigihîjne Yêrêvanê û Qerekilîsê ra.

Ûsiv beg tev mevane xwe, zanyare muzeuma Akadêmiya Rusyaye ya kaysirye A. Kalantar sala 1912 a.

Eger hêzên hersê eniya tev li hev bibna, we ji ser rêya xwe her tist paqijkirana, wêrankirana biçuna bigihîayana Bekûyê.
Tirka jî bawar nedikir ku li ser rêya xwe karin rastî hêzeke qewat bên.
Sala 1918 a meha gulanê emrê Ermeniya da bûyarên dîrokî pêk hatin : serê Serderabadê, Bas Aparanê û Qerekilîsê . Di serê ji bo Serderebadê û Bas Aparanêye eyan da, kîderê leskerên Tirka bi sosretî dan der, rola servanen Ezdi ji mezin bu. 700 siyar û bi seda peyayên êzdiyan bi serokatîya Cangîr axa û Ûsiv begê bi mêrxasî diji Tirkan ser kirin.
Eger Tirk li wê heremê da serketana, halê herî dijwer wê yê Kurden êzdi bûya.
Sala 1918a axlêvê ji aliyê Gumuryê va leskerên tirka hatin gihîstin û ketine gundên êzdiyan yên berpala çiyayê Elegezê / Êzdî he salên 1820-1840 revyabûn wura û ew gund ji xwera ava kiribûn/ . Bîranîna da tê gotin, ku kîna leskerên Tirkan berbi Ermeniyen hereme ewqas mezin nîbû çiqas berbi Kurdên êzdî. Tistê ecêb anîne serê xelkê wan gundan û mhacirên Êzdî yên ji herêma Qersê revyayî, û li bal merivên xwe stiar bûbûn. Koka xelkê wan gundan anîn. Kîna hatiya ewqas pir bû ku zilamê gundan civandin û nava sevekê da newala navbera gundên Camûsvana Mezin (niha Elegez) û Pampa Kurdî ( niha Sîpan) bi sedan bi hovane kustin (serjê kirin). Bêtirî sed zilamî tev erebê talan lê barkirî, bi destê zorê ajotine kûraya Tirkiyê û bê ser berate unda kirin. Heta kevirê li ser goristanan skênandin, kumeytên goristanana hilsandin.

Cangir axa

Baysiz u Siçanlu du gunden Ezdiyan e, ku rojavaye çiyaye Elegeze he sale 1830 hatine senkirin. Ew gundan, 70-80 km ji ginden Ezdiya yen ela Aparane durin. We deme dora wan herd gundan gisk gunde ecema bune. Ecem dixwezin bavejine ser wan. Bineliye Baysiz u Siçanluye zivistane radibin dixwezin xwe bigihinin Ezdiyen Aparane. Reda eskere Tirk pesya wan digrin hetani sedi dikujin. 9

Dewya sala 1917 a li bajarê Tilbîsê serok û rêvabirê Ermeniya hemcivîna xwe derbas kirin, biryara siyasî hat girtîn. 27 ê meha îlonê organa karkir bi navê tifaqa Ermeniyaye Netewî hate demezirandin .Ûsiv beg jî tevî gelek sîyasermedar û giregirê Ermeniya çû Tilbîsê. Sala 1918 a dewleta Ermeniya hate elamkirin. Beg meclîsa wê da hat bijartin. Ji bîranîn û nivîsarên serokên dewletê, gotarên rojneman û belgeyên arsîva tê xanê ku Beg meclîsê da wek sîyasetmedarekî têgihîstî, rewsenbîrekî fikirzelal, zanekî leskerî, pêsewitekî civaka xwe tev geryaye. Teva qedrê wî zanibûne û fikira wî ra hesab rûnistine. Endemê komîsîya karê koçbera bûye. Timê çûye gund û nehiyan, li nav lesker. Di warê cîkirin û alîkirina koçbera da karne hêja kiriye.
Beg qîmetekî mezin dida dostaniya tevî gelê Ermenî. Bi sabûn û mizgînî demezirandina dewleta Ermeniya pêswezî kir û bi hizkirin kete nava meclîsa we.
Dewleta Ermeniya ku sala 1918 a hate demezirandin halê aborî, siyasî, kûltûriyî pir giran da bû. Deranîna gundîtîya Ermenistanê himberî sala 1913 a, sala 1919 5,8, ya senayê 12,0 cara kêm bûbû, wî wextî da aqara erdê çandinyê 3-4 cara, hesavê heywanê gir 75 %, pêz 77%, hespa 71% kêm bûbû.
Ji her dera hêsîrê Ermeniya hilsiya bûne Ermenistanê, desta Araratê. Ji bo evda mecalên jiyanêye here sade jî nîbûn. Ne ciyê jiyanê hebû, ku lê bisitirin, ne xwerin, ne jî mecalên xezmetguhdaryê yên here pêwîst ji bo jiyana evda. Malbet wêran dibûn, zarok sêwî û bê xwedî diman. Ji dest nexwesiyan, xelayê, xelkê bêstar qir dibûn.
Nivîskarê ermeniyayî mezin Hovhanês Tûmanyan welatê xwe „warê sînê, girî û sêwiya’ nav dikir

Di nav wan mihacira da bi hezara Kurden êzdî jî hebûn.
Nivîskarê kurd Ahmedê Mîrazî, ku yek ji wan mihaciran û sedê wan rojên dijwar bû, di pirtûka xweye „Bîranînêd min’ da dinivîse, xelk ji bêstariyê, birçîbûnê, nexwesiyan qir dibûn, ku ji wê keresetê xilazbin bi zor û zemetiyan direviyane bajarê Tilbîsê. Ji hidûdên Gurcistanê derbazbûn pir zehmet bûn.
Gurcisstanê hidûdên xwe girtibû. Di nav Azeriya û Ermeniya da jî pevçûn, dew û dozên olî hebû.
Zarokên sêwî, evdên bêsitar, malbetên feqîr li ser her gavê dihatin dîtin.
Sêwîxana da cî tunebû.
Sêwîyê wê qetlymê bûn rewsenbîr û ronakbîrên meye mezin Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Qanatê Kurdo, Cerdoyê Gênco, Casimê Celîl û gelekên din….
Berî wê qir-birê, li împêratoriya Rûsiyayê û wîyalêta Wanê da, bi bîranînên mezinan û belgeyên dîrokî 80-85 gundên Kurdên êzdî hebûne, ji wan 15 gund li navça Axbaranê u berpala çiyaye Elegeze, 27 gund li Surmelîyê-Sînekê, 16 gund li Qersê, 18 gund li Wanê, 6 gund herema Bayazêtê desta Çûxûrê hinek gund jî li Îranê, ku dîsa ew hereme… Di gelek gunda jî kurdên êzdî û musulman tev jîtine. Hesabê êzdiyên wan devera berî revê û pistî revê tuneye. Çiqas gihîstine Ermenistanê, çiqas wextê revê, rêda û çiqas di dijweriyên jiyanêye salên 1918-1920 ji xelayê, nexwesiya, bêsitariye qir bûne ne dîhare.
Sala 1921 ê hesabê êzdiyan li Ermenistanê nêzkaya 8,5 hezarî bû. Bi texmîna me û lêkolîn didine îzbatkirin ku hejmara qurbana wê keresetê pir buye…
Min ji gelek mezina bihîstîye, ku sala 1918 a ji pey serê Bas-Aparanê ra nexwesiya xolorê dikeve nava êzdiyên wê deverê. Hesabê mirya ewqas pir bûye ku pêra nedigîhandine lasê mirya bispêrne axê.
Çawa me berê jî got parlamênta dewleta Ermeniyaye ewlin da nûnerê êzdiya Ûsiv begê Hesen axa bû. Belgeyên arsîva, usa jî bîranînên sedên bûyaran didine zanîn ku Beg wek serokê êzdiyên rûsiyayê çawa berî revê ûsa jî dema parlamêntariya xwe karekî pir mezin û hêja jiyana êzdiyên deverê da kirye.

Wi wek endemê parlamêntê, evdekî zana, û di nav civak, rewsenbîrî û mezinên Ermeniyan da bi nav-deng û naskirî her mecal daye xebatê ku alîkariya ji dewletên din dihat standin bigihîje mihacirên Êzdiyan ji. Hewl daye ku mhacirên Êzdî gund û qiclên vala da zû cî-war bibin, pirsgirêkên wan ecele bên çareserkirin.
Gerekê bê sêkirandin ku herd serokên Êzdiyên Serhedêjî: Cangîr axa jî û Ûsiv beg ji malbetên zengîn bûn. Wana ew zengînî heta dewyê daye ji bo ji mirinê xilazkira hêsîrên wê qetlyamê.

Ji pey ser ra hale herd malbeta ye abori hale malbeten din bastir nibu.

Dewleta Ermeniya du sala teyax kir. Ji pey du salara dîsa Rûs hatin, vê carê bi qeydekî din, cûrê dewleta Sovêtê. Êzdiyên koçber, hinek li nav gundên êzdiyên Axbaranê li cem mirovên xwe binecî bûn, hinekan ji xwera gundên nû ava kirin, hinek çûn bajarê Tilbîsê, hinekan jî gundên ermeniya da tev ermeniya cî bûn.

Dewleta sovêtê çawa jîyana hemû gelên welatê xwe wusa jî ya êzdiyên wî walatî bi carekêva guhest. Ya sereke ew bû Ezdî ji êrîsên musulmaniyê xilaz bubûn. Hinek mecalên perwerdê, xwendinê, çandê, xwexweyîdarekirinê wanra vebûn. Kesî edî nikaribû bi mena bawariyê û netewiyê neheqî li wan bikira, ew biçûk bidîtana, mafê wan ye îsanî binpê bikira. Bi destûr, qewl û qirarên wî walatî di hemû dereca da mafê wan weke yê hemyan hate destnîsankirin. Biryar hate dayîn ku wana jî di wapê pêsdaçûyîna kûltûrî-çandî va bigihînin gelên welête pêsketî.

Vê sazîmanê hema roja xweye ewlin da sûreke pola kisande dora xwe, hidûdên xwe dadan, evden welatê xwe ji der dora qetandin. Kurdên êzdî jî ji welat, ji merkeza wane ruhanî û civakî hatine birîn. Bawarkî 70 salî, ji salên 1920 î heta 1990 î çûyîn’hatina kesî ji dervayî sovêtê nedibû, nikaribûn ne buçûna ne bihatana. Çawa hemu gelen wi welati ra wusa ji ezdiya ra qedexe hatibû danîn li ser olperestiye, miletçitiye, nesirkirina têkstên olî, bi firetî derbaskirina eyd-erefatan, mêrasîmên dindariyê.

Sazîmana komûnîstiyê ya dîktatoriyê bû û welêt da di werê îdîologiyê hinek xetên sor hebun.

Ji wan xeta bi rastî hinek civakên wek êzdiya ra qenc bûn, rê ji dijminatiya di nav gelan dihate girtin. Nedihîstin neyartiya ku berê hebû bê bîranîn. Bi rasti qewl u qanunen wusa hatibun danin ku kesi nikaribu neheqi kesi bikira

Raste di alyê din va jî bîranîn, dîrok dihate înkarkirin, mafê kesî nîbû cî û warê jê reviyabûn bîr baniyana, neferê xweye undabûyî bigeriyana, navê neyarê xwe ji bidana…

Ew zulma salên 1915-1920 hatin serê kurdên sovêtê, xazma êzdiyan di pij perda qalim da hate vesartin. Li ber lêkolînên derheqa êzîtiyê da xeta sor hate danîn.

Propaganda sereke pesnê jiyana nû bû, qeydê sosîyalîzmê, Lênîn, partiya komûnîstiyê. Ev fikir wek têlekî sor di temamiya edebyt, çand û hunura welatê sovêtêra derbaz dibû. Kê di wî warîda jêhatî bûn, cîyê wan welêt da bilind bû. Û hinek bin wî navîda gihîstin gelek destanînan û navên bilind.

Rind tê bîra min sala 1965a 24 ê Nîsane, ji pey keraya salaye direj ra, cara ewil Ermenistanê da bi fermî salvegera vê qetliyamê dane kivsê. Çiqas jî li welatê Sovêtê derheqa bûyarên wî teherî da bîranîn qedexe bûn, lê dîsa jî çawa dervayî welêt usa jî Ermenistanê da bi mecalên cûrbiçûr ew bîranîn dilê gelê ermenî da zêndî dihate xweyîkirin. Birîn kûr bû û nedihate bîrkirin.

Hemin ya Ezdiyan, ew rojen diroka wane xun kes haj pe nibu, ji xenci kesera kala nedikete bira kesi.

Emeke Kurden Ezdi dema komkujiyê di parastina Ermenya da

We dema ji bo Ermeniya giran da, temamiya civaka Kurden Ezdi rabune pista Ermeniyan. Xenci Ezdiyen Serhede ku tev Ermeniyan nava we qetle da bun, Êzdiyên Sengal û Sêxanê 6-8 hezar hêsîrê ermenî ji mirinê xilas kirin. Rayedarên Osmanî ji Îsmayîl Begê Mîrê Sêxan yê Sengalê û serokê Êzdiyên çiyayê Sengalê Hemê Sero xwestin ku hêsîrê Ermeniyan tesmîlî wan bikin. Êzdiyan xwestina Osmanyan înkar kirin. Osmaniyan bi hêzeke mezin hicûmî Sengalê kirin. Navbera hêzên Osmanî û Êzdiyên Sengalê da dest bi serekî xûnrêj bû. Êzdiyan cî û warên xwe hîstin revyane çiyê. Nan, xwerin tunebû, tenê bi gostê pêz yole diçûn. Ser 35 roj kisand. Wi seri da 75 êzdî û 10 ermeniya jiyana xwe unda kirin. Osmaniya 56 gundê Ezdiyan talan kirin, sewitandin, wêran kirin. Îsmayîl Beg bi zehmet xwe gîhande Bexdayê, hewar Inglîsa daxist. Qewatên înglîterê xwe wanra gîhandin. Osmanya 285 kustî û bi seda birîndarava pasda revyan.

Herema Bota gundekî Êzdiyan hebû, jêra digotin gundê Bassa. Vî gundî nav xweda xelkê 7 gundê Ermeniya strandin. Payê wanî pirê Ezdiyan çiyara derbazî Sûryê kirin… Osmanî pê hesyan bi hêzeke mezin avitine ser gunde Bassyan. Bassiya revyan u berê xwe dane Sêxan û Sengalê. Rêda hezen Osmaniye ew beçek kirin, silihe wan ji wan stendin, nîvê meha Gulanê sala 1916 a, li ber gundê Findikê, koçera avitine li ser Bassan. Ji 450- 500 neferî tek 37 xilaz bun…

Çi hate sere Bassa hate sere hinek qebile Çelkiye Midyade ji. Ji bo parastina Ermeniyan fermana Çelkiyen Desika, ji Qelaca Desikan ji Stenbole derket. Ew ji bi serokatiya Semdine lawe Çoli, ku xwe xilazkin reviyan berbi Sengale. Reda li ber Gire Koz /Rojavaye Kurdistane/ esiren Ereba :Semir, Mitewta, Heweca avitine li ser wan, hebuna wan gisk birin. Ji we qebila mezin çend mirov bi tekereki xilaz bun u xwe gihandin Sengale.

Dewya sale 90 i ez hatime Ewropaye u ketime nava Kurden ji Bakur, Basur, Rojhilat. Dema dibihistin ez ji Ermenistane me hineka besa buyaren wan sala dikirin, çi ji mezine xwe bihistibun bir tanin. U çi bu eceb teva bi hizkirin u dostani besa cinaren xweye Ermeni dikirin, nelet u nifir dewleta hov tanin, ku qewle wusa çe kiribun, xelke neweribu deste alikariya bigihandana feqiran. Le çiroken alikariye gelek bun çawa xuna xwe dane ber çave xwe u ali Ermeniya kirine. Gereke ça kurden ezdi usa ji musulman buraninen pesyen xweye wan sala bira nekin, qenciya ji xirabya ji binivisin, ewleda ra xweyikin. Qenci ji xirabya pirtirin.

Encem

Ezdiyen Serhede wek bire helal, di roja komkujiyeye ewlin da heta dewye ew es u jana gele Ermeni pare vekirin. Di we reya hebun-nebune da tu tist nehevisandin. Bi deha hezara evden ezdi, zar-zeç, kal u pir besuc u gune bune qurbaniye xezeva we komkujiya hov. Xelken Ezdi ji wek Ermeniyan mal-milk, hebun, keda sala, ware kal bava unda kirin, 68 gunde wan weran be Ezdi bun.

We berxudana gele Ermeni da nave ewlede Ezdiyan Usiv Bege Hesen axa, Cangir Axaye Xetiv Axa li rex qehremanên Êrmeniyan komarê da bun legend, efsene, heykel.

Û îro gelê ermenî têkosînê dide ji alyê cihanê da naskirina wê komkujiyê. Ew mafê gelê ermenî ye, mafekî rewa û heq e. Her evdekî xweyî wîjdan gotî vê pirsgirêka Ermeniya ra bibe pistovan

Vê dewyê li parlamênta komara Ermenistanê ser 100 salya komkujiya Ermeniya bo civaka navnetewî biryarek, elametîk hate qebûlkirin.

Lê di wan buyara da emeke civaka Ezdiyan, undayi u serkarya tevayi, rojen giran bira kirin. Rex nave xwe nave Asuriya u Yunanyan nivisin le Ezdi nenivisin.

Ya heq gerekê nave Êzdiya jî vê dokûmêntê da bihata nivîsar, çima?

1. Êzdî jî weke ermenya ziyankês û shîdê wê komkujiyê bûn. Êzdiyên Serhedê roja ewlin da heta sazbûna Weletê sovêtê tevî Ermeniya nava serkarya dijî Tirka bûn. Wan sale giran çend komên Êzdiyaye çekdar bi serokatya Serokê Êzdiyên Rûsiyayê Usiv Beg û syarên mêrxasê efseneyî Cangîr axa bi Ermeniya ra tevayî, pist-pistê tevî serên 1917-1918 yê dijî tirka bûn. Serê Serderebê û Bas-Aparanê da mêrxwesya ku Êzdiyan kir belgekî zêrîn yê hevgirtina herdu gelan. Serokê hukumata dewleta Ermenya ya wê demê, Sîmon Virasyan, bîranînên xwe derheqa Ûsiv Beg da dinivîse: ‘Êzdiyan, weke ermeniyan û hê ji ermeniya jî bêtir hereket dikirin ji bo serxwebûna Ermenistanê û tu hêza xwe nedihêvsandin bo parastina wê’ .’Qedera Êzdiyên Ermenistanê bi her alyava bi qedera ermeniya va girêdayi ma… wana jî ew telî ‘tengayî tem kirin çi ermeniyan’ ( S. Vanêzyan, ‘Rêyên jiyanê’, cild G, rû 177, Bêyrût, 1963; bi zimanê ermenî).

2.Salên 1914-1918 a, Serhed ji Kurden êzdî vala bû. Cî û warên Êzdiyên Îdirê /Surmeliyê/, Qersê û Wanê jî hatin talankirin, sewtandin, wêrankirin, Êzdiyan jî dest qirr ‘ birr, zor û zehmetiyên Osmaniyê û fanatîkîn olperest warên kal-bavên xwe, milk û mal, hebûna xweye sala hîstin, destê hêsîrê xwe girtin, nava zulm û zorê, talan, xezeb û qetlê ra tev ermeniya reviyan û bi teherekê xwe gîhandin Ermenistana îroyîn.

Leskerê osmaniyê hatin gihîstine heta herema Êzdiyên Aparanê. Kîna wan berbi Êzdiyan ewqas mezin bû ku koka xelkê wê deverê anîn. Bi seda Ezdiyên Axbaranê dijî tirkan tevî serê Bas -Aparanê û Serderebê bûn.

3. Di nav parlamênta dewleta Ermenya da Usiv Beg jî wek parlamêntar hate bijartin. Xebat û herketa wî wek sîyasermedar, serservan, sexsyetekî aqilmend ji alyê gelê ermenî da bilind hat qîmetkirin. Tek Êzdî û Asorî li nav leskerên Dewleta êrmeniya da ciyê xwe girtin. Ji bo tu sik ser amintiya wan nîbû.

4. Berê qetlyamê li Serhedê 83 gundên xuru yê êzdiyan hebûne. Ji peyra wan 15 gund li pala çiyaye elegeze man. Wan salan bawarkî ji Ezdiyan sedî 70-80 hatin qirê.

5. Komkujya Ermeniya da bawarki temamiya Ezdiyen dinyaye rabun pista Ermeniyan. Êzdiyên Sengal û Sêxanê rabûn pista Ermeniya u bi xuna xwe 6-8 hezar hêsîrê ermenî nav xweda ji mirinê xilas kirin.

Du gunden Ezdiyan yek herema Bota ya din Midyade: Çelkiye Desikan ji bo parastina Ermeniyan hatine qire.

6.Çawa bere ji hate nisandan Ezdi koçbere ve devere bun ji bo wan parastina xwe dewleta Rus va gire didan. Ew nehatin nav Ermeniyan, we deme deshilatdarike Ermeniya ji we devere tune bu. Ji pey demezirandina dewleta Ermeniyaye ewlin u pase qayde Sovete ra qedera we para Ezdiyan betir Ermeniya va hate giredan. Ji civaken kemjimar ne Asuriya, ne ji Yunanan (çiqas ji ew geleki kem bun) nasneme u zimanen ermeni nava xweda qibul ne kirin. Tek Ezdi bun ku dibistanen gunden xwe da zimane ermeni hildan u nasnema xwe ji kirin ermeni. Ezdiya ji ji bo pesketina Ermenistane ew hemu dijweri kisandin çi ermeniya, heta sere Qerebaxe da ji tu kes nikare emeke wan inkar bike.

Bi heqi Ermeniyan Komkujiya Ezdiyen Serhede, ku tevi wan ketibun li ber deve sure we zulme u ermenya ra tevayi heta iro ji tekosine didin ji bo Ermenistane gereke ji ya xwe cuda nekirana.

Çavkani

1.Johannês Duchtîng, Dîroka Kurdên Êzdî (2), kovara Lalis, Denge Yekîtiya Ezdiyan. N 11; 1999. rû 18.

2.Johannês Duchtîng, Dîroka Kurdên Êzdî (3), kovara Lalis, Denge Yekîtiya Ezdiyan. N 12; 1999. rû 12.

3.Dr. Eskere Boyik, Ezdiyati, Mirzike Zaza, Fermanen res, Wesena denge Ezdiyan , Oldenburg,2002 ru. 51.

4.Disa li wur, ru 167.

4a. Disa li wur, ru 180.

5.Disa li wur, ru. 166-193

6.Disa li wur, ru. 261

7.Pîr Dîma, Cangîr axa û êzdiyên wîlayêta Wanê; kovara Ezdînas 1, ya Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê, Mala Ezdiyan, Oldenburg, 2014, rû.82.

8.Disa li wur. 85-89.

9. Tahare Emer Abasyan, Cangir axa, ru. 80-87; Yerevan 2005.

/Berdewam heye/

Eskerê Boyik

Balkêş e ?
Close
Back to top button