Kurdên Fransê Dr. Said Çurukkaya û Resûl Mihammedzade bi bîr anîn

RIZGAR AMEDÎ-Paris
Ji bo bîranîna fermandarê leheng, pêsmergeyê xwebexs Doktor Sait CURUKAYA û Resûl Mihammedzade ku li Kurdistana Basûr cangorî bûbûn, civîneka bîranînê roja 13.01.2017 da, li Parîsê hat amadekirin.
Bi sedan endam û pistgirên Partî, rêxistin û sazîyên kurdistanî û kesayetîyên welatparêz tev li vê rê û rêzana(merasim) bîranînê bûn ku ji alîyê nûnerîya hukumeta Kurdistana Iraqê li Fransê û partî, rêxistinên ji çar parçeyên Kurdistanê wek PDK-Iran, HAK-PAR û PAK va hatibû amadekirin.
Bernameya rê û resma bîranînê ji alîyê Ihsan Hesen va hat pêskeskirin û bi rêzgirtina hemî sehîdên Kurdistanê bi marsa neteweyî Ey Reqîb dest pê kir. Di destpêkê da, Kekê sehîd Dr. Said; Selim CURUKKAYA derheqê birayê xwe, hin agahî ragihandin.
Selîm CURUKKAYA got: “Birayê min hîn di xortanîya xwe da tev li refên PKKê bû. Ew di gelek çalakîyên gerîllayî da her tim li pês bû, gelek sareza û zîrek bû di warê leskerîyê da. Pistî ku PKKê amanc û stratejîya xwe guhert, dev ji serxwebûn û azadîya Kurdistanê berda û bernameya demokratîkkirina Turkîyê da pês xwe, brayê min ji wan veqetîya. Pasê hat Almanyê. Bi serfirazî, xwendina bilind kir, demeka pir kin da ziman fêr bû. Gava ku dît, Daîsê li hember Kurdistana basûr, ser da destpêkirin, Dr. Sait her tistên xwe bi cî hêstin û çû Kurdistana basûr, bi derfetên xwe tev li refên pêsmergeyên xwebexs bû. Ji ber ku pisporê pûçkirina mayînan bû, di vî warî da pirr xebat kir, wî bi xwe gelek pêsmerge perwerde kir û bi sedan pêsmerge jî ji mirinê xilas kirin. Lê mixabin, di kemînekê da, bi giranî birîndar bû. Pistî rakirina nexwesxanê jî, canê xwe ji dest da gihêst karwana cangorîyên Kurdistanê.” CURUKKAYA di dawîya axaftina xwe da, pêdivîya yekîtî û hevkarîya hêzên Kurdistanî ku Azadî û serxwebûna welatê Kurdistanê ji xwe ra dikin amanc, alaya rengîn wek alaya Kurdistanê û Ey Reqîb jî wek marsa neteweyî qebûl bikin, ragihand.
Cîgirê sekreterê PDK- Iran Hesen sEREFî jî di axaftina xwe da, hin agahî dan derheqê pêsmergê xwebexs Resûl Mihammedzade da. “Ciwanekî pirr zîrek û jêhatî bû, pistî xwendina zanîngehê tev li refên pêsmerge bû. Bêtirs û fidakar bû.” Derbarê Dr. Said CURUKKAYA da jî got “Ew ne tenê pêsmergeyekî bakûrî bû. Wï sînor nas nedikir. Wî her wisa alîkarîya pêsmergeyên PDK-Iranê jî kir, di warê leskerî û bi pisporîya xwe di warê mayinan da, gelek servanên Kurdistana rojhilat perwerde kir. Ev jî nîsan dide ku, kurd divê hevkarîya xwe xurttir bikin li hember dijminan.
Nûnerê hukumeta Kurdistana basûr li Fransê Alî Dolemerî jî di axaftina xwe da behsa rewsa Kurdistana basûr kir, spasîyên xwe ji cangorîyên pêsmergeyên xwebexs û qehreman ra kir.
Nivîskar Umit Yazicioglu jî di civînê da axaftinek kir. Wî, di dawîya axaftina xwe da, bi rîya nûneriya hukumeta Kurdistanê li Fransê daxwaz kir ku navê van sehîdan bidine balafirgehek, nexwesxaneyek û zanîngehekê.
Di dawîya bernameya ku bi sînevîzyon dihate pêskêskirin, hunermend Rojînê jî axaftinek kir. Rojînê got: “Dr. Saîd berîya sehadetîya xwe rojekê telefonî min kir, got: ‘eger rojekê bimirim di rîya azadîya Kurdistanê da, divê tu li ser min jî stranekê çê bikî. Ez niha wek min soz daye wî, helbesta ku li ser Dr. Said nivîsîye û kirîye stran, pêskêsî we dikim.
Serokê Enstîtuya Kurdî Kendal NEZAN û gelek kesayetîyên kurd jî besdarê merasimê bûn.
HAK-PAR û PAKê jî qewzegul, çeleng danîn di merasimê da û rê û resm bi sayestayîya (layiqî) sehîdên Kurdistanê hat dawîyê.
Dengê Kurdistan