Kurdên Fransê Roja Ala Kurdîstanê bi cosek mezîn pîroz kîrîn

Kurdên li Fransa pistgirî dan Serxwebûna Kurdistana Basûr û Roja Cejna Alaya Kurdistanê pîroz kirin
Li ser banga nûnerîya hukumeta Kurdistana Basûr li Fransê, Endam û pistgirên Partîyên ji çar parçeyên Kurdistanê li Fransê, wek PDK-Iran, HAK-PAR, PAK, HDK-Iran, PYKS, PDKS û gelek kesayetîyên welatparêz ên Kurdistanî li Parîsê , li ber birca Eiffel, roja 18.12.2016 da, tev li mîtînga pistgîrîya serxwebûna Kurdistana Basûr bûn û roja alaya Kurdistanê bi coseka mezin pîroz kirin.
Pistî axaftinên nûneran, sitran û helbestên kurdî hatin gotin, keç û xortan dîlan girt. Mîtîng baleka mezin kisand û bi serkeftî dawî bû.
Li ser navê komîteya Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR li Fransê jî, M. Alî Dersimî axaftinek pêskês kir. Eve li jêrê axaftina M. Alî Dersimî :
Rojbas ji wera, dost û hevalên hêja,
Li ser navê komîteya Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR li Fransê, we, nûnerên partî, rêxistin, sazî û kesayetîyên welatparêz ên hêja, silav dikim ; Hûn hemî bi xêr hatine vê civîna pistgirîya hewldana serxwebûnê ya li welate me, li Kurdistana basûr.
Wek hûn gist dizanin, gelê me yê Kurdistana basûr , bi sedhezaran cangorî bûn, bi enfalan, bi gazên kîmyayî, bi firokên ser hatin kustin. Basûrê welatê me, ji alîyê dewleta Iraqê va, hat wêrankirin, sewitandin.
Kurdistana basûr, bi dehan salan, li hember rejima zordar, bi pêsengîya nemir Mistefa Barzanî û partîyên welatparêz di vî parçeyî da, bi qehremanî, bi fîdakarî, bi ser û têkosîna pêsmergeyên dilpola berxweda.
Pistî serê Kendavê jî, di sala 1992 an da, parlemen û hukumeta xwe ava kir û bû federasyon.
Di pey ewqas zilm û zorê, Kurdistana basûr , birînên xwe pêçan, xwe ji nû da avadan kir, ew bû nimûne ji bo demokrasîyê li Rojhilata navîn.
Le mixabin, dewletên dagirker ên li herêmê, wek Iran,Turkîye û Surîye, hertim xwestin astengî û zehmetîyan derxînin li hember federasyona Kurdistanê, dest tê werdan, xwestin alozîyan derxînin li vê herêma me. Ji aliye din va , hukumeta merkezî ya Iraqê jî , ti caran erk û peymanên xwe bi cî neanîn. Dîsa di van salên dawîyê da jî, Daîs a pasverû û kevneperest, bi serekî hovane, êrisî Kurdistana basûr kir, Bi hezaran kurdên sivîl û bê parastin kustin, kal û pîr , jin û zarok dîl girtin.
Pêsmergeyên qehremen, bi rêveberîya hukumeta Kurdistanê û bi alîkarîya hin hêzên navdewletî, hin deverên ku hatibûn dagîrkirin, ji destê dujminên xunxwar derxist, û rizgar kirin.
Îro jî, pêwendîyên Kurdistana federal û merkeza dewletî ya Iraqê pir ne basin. gelek alozî û pirsgirek hene di navbera wan da.
Jiber nebûna dewleteka serbixwe jî, ev problem wê dewam bikin. Ji ber vê yekê jî, hukumeta Kurdistane dixwaze referandûmekê çêbike û serxwebûna xwe dîyar bike.
Em endamên HAK-PAR, Partîya Maf û Azadîyan, bi dil û can, pistgirî didine vê hewldana wan.
Rewsa herêmê û bi taybetî jî, ya navneteweyî, ji her demê guncawtire. Weka ku hêja serok Mesûd Barzanî jî gotîye ; ti hez nikare pêsî li ber serxwebûna Kurdistanê bigire!
Em jî, endamên Partîya Maf û Azadîyan , HAK-PAR , dilê me heta dawîye bi wan ra ye, çi erk bikeve ser milên me, emê bi cî bînin.
Bijî azadî û serxwebûna Kurdistanê!
Bijî Ala Rengîn, Bijî Alaya Kurdistanê!
Rizgar AMEDÎ
Dengê Kurdistan