Nûçe

Kurdên Munîhê 8 ê Adarê di komela KOMKAR da bi sahiyek mezin pîroz kirin

8 ê adarê, Cejna Jinên Cîhan li komela Komkar ji aliyên endam û dostên Komkarê û bi rêveberiya endamên jin ên komelê va hat pîroz kirin. Çalaki îro roja yeksem li seat 13.00 da destpêkir û heta êvarê ajot.

Çalakî bi axftina serokê komelê M.Ali Dogan va destpêkir. Dogan di axaftina xwe de ” Îro roja cihanê ya jinan em him bi xemginî him jî bi serfirazî pîrozdikin. Bi xemgînî ; ji berku li Kurdistana basûr zulmeke mezin bi se jinên me yên êzdî hat. Wan tedayek mezin ji teroristên DAISê dîtin û koçberbûn. Di vê karesata ku bi ser gelê me da hat, di serî da jinan zulmek gelek mezin dîtin. Li alîyê din em serfiraz in ji ber ku îro jinên Kurd ji her wextê bêtir bi rêxistini kar dikin. Û li herderê cihanê û li welêt roja jinên cihanê pîroz dikin, dengê xwe bilind dikin.

Ji bo yadkirina jinên sehîd we dawetî deqeyek bêdengiyê dikim.” got.

Pistî axaftina serokê komelê ji endamên jin xanim Gülhan Sel jî axftinek kir û belavoka Komjinê xwand. Belavoka Komjin e bi cosek mezin ji aliyê besdaran va hat pêswazîkirin. Pisti axaftina birêz Sel, koma muzik û folklorê a zarokan çend kilamên Kurdi û dilanên Kurdî pêskeskirin. Çalakî nezikî 4 seatan bi dilanên kurdî û bi xwarin vexwarinên kurdî ku ji aliyên endamên komelê va hatibûn amedekirin, ajot.

Rênas Sütcü
Dema N -Munih

Dengê Kurdistan

Back to top button