Kurdên Stockholmê li dijî rejima Îranê dengê xwe bilind kirin

Kurdên Stockholmê roja pêncsemê û îro li navenda bajar kom bûn û pistgirîya xwe ji bo tevgêra gelêrî ya li dijî hukumeta Komara Islamî ya Îranê nîsandan. Roja pênsemê li ber parlamena Swêd û îro li meydana Sergelstorg kombûn û dengê xwe bilindkirin.
Di xwepêsandanan da, êris û qetlîamên rejima Melleyan hatin protestokirin. Nûner û berpirsên partîyên syasî yên kurd û swêdî gotar xwendin. Bi zimanê kurdî û swêdî, êris û zordestî rejim li ser gelê Îranê bi gistî û li ser gelê Kurdistanê bi taybetî hatin rûreskirin.
Besdarên xwepêsandanan pistgirîya xwe bi sloganên dijî rejima îslamî ya mellayan nîsandan. Di kombûnan de kurdên ji hemû besên Kurdistanê (derveyî PKK) besdar bûn. Komîteya HEVKARÎ ya hêzên Kurdistanê çalakî amadekirin. Hevalbendên HAK-PARê jî besdarî van çalakiyan bûn
Dengê Kurdistan