Kurdên Swîsra pistgiriya xwe ji bo Referandûmê nîsan didin

Kurdên Swîsra li Bajare Bern, Basel, Cenevre û Zürichê komiteyên pistgiriya ”Referandûma serxwebûna Kurdistana Basûr” çêkirin . Ev komitana ê heta 25. Îlonê rêzek çalakiyan lidarxin û dostên miletê Kurd bînin cem hevdu daku alîkarî û pistgirîya referandûmê bi hêz û firetir bikin.
Komitaya pistgiraya Referandûma Kurdistanê îro li bajerê Cenevre kombû û biryar bo çalekîyekêi girt. Li gor bang a komitê; hemû kurdên Swisra û doste kurdan li roja 10.09.2017 Seet 12’da li ber Uno kom bibin û dengê daxwaz û pistgirîya referabdûmê bilind bikin. Di xwepêsandanê da bi muzik û axaftin dixazin bala raya gistî û hukumeta Swîsra, dem û dezgeyên siyasî û civakî bikisînin ser biryara kurdan û jê ra pistgirîyê peyda bikin.
Hêjayî gotinê ye ku, wek hemû welatên Ewropayê, li Swîsra jî kurd û dostên kurdan biryara miletê Kurd bi kelecan û bi hêvîyeke mezin pêswazî dikin.
Dengê Kurdistan