Nûçe

KURDISTANÎYEN LI FRANSÊ CANGORÎYÊN XWE BI BÎR ANÎN

Dengê Kurdistan-Paris
Roja 17ê îlonê, Kurdên welatparêz ên li Fransê dijîn, ji bo bîranîna cangorîyên nemir çûn goristana Père Lachaise (Pex Lasez) a li Parisê.
Berîya 28 salan, 17ê îlona 1992an sekreterê PDK-Î Dr. Sadiq Serefkendî, berpirsîyarê Partîyê li Ewropayê Fetah Ebdûlî, berpirsîyarê li Almanyê M. Homayun Erdelan û Nurî Dehkurdî li Berlînê, ji alîyê sîxur û terorîstên dewleta hov û zulimkar a Îranê bi bêbextî di dema gotûbêjan da hatibûn kustin.
Pistî sirûda neteweyî Ey Reqîb, ji dengê sehîd Sadiq Serefkendî, gotara wî ya ku di cejna Newrozê da xwendibû hat guhdarîkirin.
Li ser navê komîteya HAK-PAR li Fransê jî M. Alî qewzegulek danî ber serê gora sehîdan.

Dengê Kurdistan

Back to top button