Kurdolojîyê zanyareka mezin wenda kir

Dr.Ekrem Önen
Roja 23.10.2013 seroka înstîtûta rojhilatnasîyê besê Kurdî a akademîya zanîstî a Rûsya profesor û kurdzana bi nav û deng xatûn Jigalîna Olga Îvanovna ji ber înfarkta dil li ser karê xwe li oda xwe ya kar wefat kir
Jigalîna.O.Î di sala 1946 de hatiya dinyê di sala 1969 de Unînversîta Mosko a dewlêtê fakûlta fîlolojîyê besê Romano-Germanskî qedand û di eynî salê de li înstîtûta rojhilatnasîyê li besê asya yê ku serokatîya wê rojhilat û Kurdnasê navdar Halfîn N.A dikir dest bi kar kir. Di sala 1973 de teza xwe ya aspîrant û disala 1996 de teza xwe ya doktorayê qedand. Di sala 2005 de bû profesor.
Jigalîna O.Î di navbera sala 1974-1979 de bi zilamê xwere çûn Îranê kar bikin ( zilamê wê berpirsê buroya APN – Ajans press novostî a Sovyetê li Îranê bû) dema mana xwe li Îranê Jigalîna fêrî farisî bû û ji nêzde Îran nas kir. Pistî vegera xwe ya ji Îranê, Li înstîtûta rojhilatnasîyê besê Kurdî a akademîya zanîstî a Rûsya ku wê demê bi Însiyatîfa Yevgenî Prîmakov hatibû ava kirin û serokatîya wê Manvel Hasretyan dikir dest bi kar kir. Prîmakov wê demê her weha hinek pisporên din jî anî besê Kurdî û dest pêkirin lêkolînan li ser pirsa Kurdistanê bikin. O.Î.Jigalîna wek pispora Kurdistana Îran dest bi kar kir.
Ez Xatûna Jigalîna O.Î ji sala 1982 de nas dikim ji wê demê virde mer her gav hav didît wek mirov mirovek gelek ji kompleksê dûr, nefs biçûk, bi disîplîn û mêvanperwer bû. di karên xweyî zanistî de jî gelek bi rêk û pêk bû. Ez bi xatûna Jigalîna O.Î re ketime gelek
konferans çi li Sovyet, çi li Rûsya çi jî navnetewî, xatûna Jigalîna O.Î di hemû konferansa de her dem bi erênî gotarên xwe di derbarê Tevgera rizgarîya netewî a Kurdistanê de pêskes dikir. cara pasîn vê havînê bi zarokan re çûbûm Mosko û çûn mêvantîya wê, rewsawê ya sihî ne pir bas bû hinek gazin dikir ku gelek di weste û digot nuha kêm xwendevan tên besê Kurdzanîyê, digot bi vî awayî here li besê bes ên navsere dimînin, ji min jî daxwaz kir got “çend salkî din Darya (keça mine) mezin bû divê tu were li cem me li înstîtûta rojhilatnasîyê besê Kurdî a akademîya zanîstî a Rûsya kar bi ke”. Berya demekê li unîversîta mêrdîn konferansek li ser “di qirnê XVIII û XIX de li Rûsya Kurdolojî” hate li darxistin ezpêre peyivîm ku ew be konferanse lê rewsa wê ya tendurîstî dest neda ji sûna wê Kîrîll Vertyayev hat Mêrdîn .Dema ez li gel Qedrî Yildirim berya demekê çûbûn Mosko û St.Petersbûrge ji bo arsîvan. tevî gelek nexwes bu jî hate pêsewazîya me kir û gelek alîkarî û qedr ji mere kirin. Mirovek gelek mêvanperwer bû di derbarê arsîvan de jî gelekî ji mere bû alîkar.
Jigalîna O.Î bi gelek berpirs û serokên Tevgera rizgarîya netewî a Kurdistanê hevnase ew Kurdan gelek ji nêz de nas dike. Di sohbetên mede e “hin salên 80 de her dem wê digot wê qirnê 20 wê qirnê Kurdan be”.
Jigalîna O.Î xwedîyê gelek berheman di derbarê Pirsa Kurdistanê de bû hinek ji wan evin:
-Kurdên Kermansahê berya serê cîhanê yî yekemîn, Mosko 2008, 288 r.
-Kurdên Xanê Horosanê dawîya qirnê XIX destpêka qirnê XX Mosko 2002 , 247 r
-Kurd û Kurdîstan 1986 Mosko.
-Partî û rêxistinên siyasî ên Kurdistana Îranê Mosko 1990.
-Mustefa Barzanî serokê Tevgera rizgarîya netewî a Kurdistana Iraqê Mosko 2010.
-Tekosîna ji bo aftonmîya Kurdistana Îranê Mosko 1980.
-Her weha di gelek pirtûkên kolektîv li gel pieporên din ku ez bi xwe jî di navde çap kirîye.
-Dervî vana bi sedan meqale,raport û bulten di derbarê Pirsa Kurdistanê de çap kirîye.
Bawerim Kurdolojî bi tevayî û Kurdolojîya Rûsya bi teybetî Pisporek mezin û navdar wenda kirin cihê wê zû zû nayê dagirtin. Hêvîdarim Kurdolog û neslê bê wê bêhtir li ser berhemêm Xatûna Jigalîna O.Î lêkolîn bikin û sûd jê wergrin. cihê wê wê hertim diyar be.
Dengê Kurdistan