Nûçe

Kursa kurdî li KOMKAR- Berlînê ket sala hestemîn

Evdila Dirêj bi xwendekarên xwe ra 2014

Ji bo dawîya sala heftemîn a kursa kurdî li baxçeya avahîya Komkar a li Berlînê sahîyek hat li darxistin. Sagirt û mêvanên vexwendî bi xwarin, vexwarin û muzîka kurdî sahîyeke xwes û asûde derbas kirin di dema sahîyê da.

Di sahîya vê salê da çend sagirtên mamosta Evdila Dirêj yên Alman ên ji dibistana bilind a Alice Salamonê (ASH) jî tevê sayîyê bûn, muzîk û kultura kurdî ji nêzîk va nas kirin.

Mamosta Evdila Dirêj di dawîya sahîyê da kurteaxaftinek kir û bawernameyên sagirtên xwe dan wan. Mamosta E. Dirêj di axaftina xwe da got:

„Kursa me ya kurdî, îsal dikeve sala xwe ya hestemîn. Spas ji bo Komkar Berlînê ku destekeke domdar didin vê kursê. Di heft salên borî da 70 sagirt serdana kursa me kirine. Nîv ji wan Alman bûn. Li Berlînî nêzîkê 70 hezar Kurd dijîn, hun hejmara sagirtan bi ya Kurdên li Belînê ra bidin berhev nake ji hezarî yek! Îcar nizanim ez mamosteyekî ne bas im, an Kurdên Berlînê qîmet nadin zimanê xwe. Yan jî ev rewsek e gistî ye, çi ye?’

Li ser navê Komkarê jî Unal Yardimci wiha got: „Ez bi xwe jî pedagog im û mamosteyê kurdî me. Lê belê hewldanên rêkûpêk û xebatên bi disîplîn ên mamosta Evdila Dirêj hîstîye ku Kursa kurdî li komeleya me domdar be. Hêvîdar im ev kurs li salên pês me gumrehtir bin û bi eleqeyeke mezin pêswazî bibin.’

Kursa kurdî ya dewreya pês me di roja 05.10.2014 an, saet di 16.00 an da li Komkar Berlîn; Kottbusser Str.3, 10999 Berlin dest pê dike.

Têl: 030 689 77 574 email: office@kkh-ev.de

Dengê Kurdistan

Back to top button