Lez û zor
Di serpêhatiyeke kurt de hatiye gotin, ku zanyarek li tûmargeha xwe çavdêriya kurmekî kesk dike, û dixwaze bi çavên serê xwe bibîne bê çawa ji vî kurmê kesk pinpinîk çê dibe, çaxê wî dît ku ew pinpinîk ketiye rewseke nebas de û li ber xwe dide bo xwe ji nava wî Kurmê kesk derkeve, yê zanyar ji bo wê ji azarî û êsê rizgar bike, berê xwe dide bixêrîkê û kêreke biçûk tîne û qula di pista kurm de fireh dike, lê çaxê ew pinpinîk derket, yê zanyar mat dimêne û ji encama bê kamîraniyê û singtengiya yê zanyar baskê wê pinpinîkê pir kin bû û ji lingên xwe ve jî qop bû.
Û ji ber wê kêmaniyê pinpinîkê nikarîbû bifiriya û ne jî xwe ji cihê xwe çeng bikira, ê zanyar diçe cem hevalekî xwe ku ew jî zanyarê jiyandinê ye û jê dipirse ‘ Çima baskê pinpinîkê wilo kin in û çima ew nikare xwe çeng bike û bifire?’
Zanyarê jiyandinê jê pirsî, te çi bi wê kiribû?
Li vir yê zanyar ta bi derzî ve dike û jêre çîrokê dibêje, ku dema pinpinîk di nava kurm de li ber xwe dida bo derkeve, ew ketibû azariyeke de û min alîkariya pinpinîkê kiriye bo ku ew ji wê azariyê rizgar bibe û bi hesanî ji nava kurmê kesk derkeve.
Hevalê wî jere dibêje: Ev ya pir hestiyar bû ku te kiriye, di wê qula teng de, pinpinîk bê çare bû, bi ser hevde perçiqiye, di pêsî de bask hêd hêdî sîn têt û ji las dûr dibe, û heger ew bi xwe û bi rengekî xwezayî ji nav lasê kurm derketiba wê çaxê ew dikarîbû, bifire.
Ji ber ku te alîkarî kir ji bo ew ji wê azarê rizgar bibe, te di demeke pir kurt de ew alîkarî kir, lê te ew ji bo demeke dirêj qop kir.
Heger wî zanyarî ew sastî nekira û bi alîkariya hevalê xwe ew pinpinîk xistiba bin çavdêriyê de, ji sedan sed wê ew pinpinîk bi hesanî û tekûzî ji nav wî kurmê kesk derketiba û bê ku ti kêmanî di bask û lingê wê de çêbibaya.
Carnan pêdiviya me bi azar û derd û êsan heye bo ku em karibin bi rengekî gengaz rizgar bibin, herweha bi alîkariya kesên ji mero hismendtir û zanatir jî heye, bo em wek hene, karibin bibin.
Cihê mexapiniyê ye ku milletê Kurd ev qas sal û dem di bin azarî û tengasî û çewisandina sitemkaran de maye, û di dawî de bo çarenûsa xwe biryarên bêbepirsiyartî bistînin û pirsa Kurd mîna wê pinpinîkê lenger bikin,
Wa diyar e ku yên di vê derbarê de iro vê sastiya mezin dikin, berpirsên partiya yekîtiya dîmoqrat in (PYD) û çend rêxistinên wê ne.
Pistî danûsitandinên di navbera herdû encûmenan de, biryarin hatibûn sitandin ku pêwîstiyek di herêma Kurdistana basûrê rojava de heye û bi alîkariya hemû pêkhatiyên vê herêmê bo birêvebiriyeke hevbes li gor rewsa nû li vir bête kirin.
Pirbûna kêseyan di navbera rikberan de, ne lihevhatina partiyên Kurd li vî besî, pirbûna nandozan, bandora dewletên bi hêz, pêdeçûna van seran li Sûriyeyê, guhertina helwest û tevgera diblomasî û bandora recîmên herêmî û navdewletî, van sedeman hemû bi hev re hist ku partiya yekîtiya dîmoqrat bi tena xwe biryara avakirina vê rêvebiriyê bide, ji ber ku ew tenê xwedî hêza çekdar e li herêma kurdî.
Lê gelo van biraderan ev biryara ku di bin lez û zor û reveke bê armanc de sitandine, bas xwendine? Ma gelo ew bas nizanin ku ew partî û dezgehên li xwe kom kirine, ti bandora wan di nav gelê Kurd û pêkhatiyê din de li vê herêmê û li tevayiya Sûriyeyê tuneye, ma ew nizanin ku ew kesên li xwe civandine pirên wan bi partiya Elba,is ya Sûrî ve girêdayî bûn, û nizanin ku ev kesana ji bajarên xwe derkevin winda dibin, ji ber ku ew kesin di nav millet de ne naskirî ne, û nizanin ku du partî ji wan li ser kirîna pêlavekê ji hev parçe bibûn, ma ev nandoz dikarin rêbertiya miletekî bikin û pirsa wî biparêsin.
Li gor vê biryara we gereke helbijartin çêbibin û destûrek bête danînin.
Bas e, hûnê çawa bi helbijartinan rabin û herêm hemû ji aliyê recîma Sûriyeyê ve tête birêvebirin, û di piraniya bajar û gundên Kurdan de ser û pevçûn û talakirin heye.
Dîrokê sanî me daye ku pirsa miletan bê xwendinên rast û bi pînekirin û lez û zora bêdawî çareser nabe,
Herçendî bo miletê Kurd û pêkhatyên din di herêma Kurdistana basûrê rojava de pêdiviya wan bi rêvebiriyekê heye, lê berî wê, ewqas jî pêdiviya me bi zanyarên jîr û bînfireh û xwedî nerîn û jimaryariyên dûr û kûr heye, bo bi zanebûn û bîhnafireh û bi hismendiyeke pir bilind me ji van kêseyên dijwar û mezin rizgar bikin, bela ew ne mîna wî zanyarê ku pinpinîk nîv basko û qop kir, û ne bi dilsewatî û dibin bandora zor û lezê de kar bikin, ta ku kar û xebata wan bi tekûzî bighêjite dawî.
Yasaya xwezayê û mafê mirov û peydabûna jiyaneke xwes li ser xaka welatê wî di rêkên rewa de, misogeriyeke bo hemû cîhanê û mirovantiyê.
Ji ber wê jî gelek caran belengazî û tengî jî mîna dermanên birîna ne û ji mirovan re pir pêwîst e, bo em karibin sensê pêsvebirinê bi kar bînin.
Her avakirinek û aloziyek dem û çax û rewsên awarte wan çareser dikin, û bav û bavpîrên me berê gotine ‘Ji kar re hoste û ji hoster re dem dive’. Em jî pistgirin bo wan hostan, çaxê karekî bas û rind pêskêsî miletê me bikin.
Bawere-Omeri@hotmail.com
03.12.2013
Bawerê Omerî