Nûçe

Li Amedê Bi Hezaran Kes Bi Yekdengî got; ‘Bijî Yek Gulan Azadî Bo Kurdistan’

1ê Gulan a 2012/21:20

Li Amedê bi dehhezaran kes bi dirûsmeyên ‘Bijî Yek Gulan Azadî Bo Kurdistan’ 1ê Gulan Pîroz kirin.

Dengê Azad/Amed
1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran li Amedê bi mîtîngeke girseyî hat pîrozkirin. Di mîtînga ku li Îstasyonê hat li darxistin de DISK, KESK, TMMOB, BDP, Komeleya Diyarbekir ÇIRA, OSM, EMEP, Hevjin-LGBT, alîgirên Diyarbekirsporê, Misilmanên Soresger û gelek sazî û rêxistin besdarbûn de afîs û pankart li ser wan daxwaziyên azadî, wekhevî û demokrasiyê hebûn ji aliyê pêsanderan de hatin bilindkirin.

Roja 1ê Gulanê ji çar aliyê Amedê sazî û rêxistin ber bi qada Îstasyonê ve mesiyan. Endam û alîgirên Komeleya ÇIRA Diyarbekirê jî bi sendîkayên DÎSK û KESKê re ji Derê Rihayê ber bi qadê bi awayeke girseyî mesiyan. Girse bi dirûsmeyên ‘Bimre Koletî, Bijî Azadî’, ”Bijî Yek Gulan Azadî Bo Kurdistan’, ‘Bijî Yek Gulan’ gihîst qada mîtîngê. Di mîtîngê de Parlementera Serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk, ji komîteya birêveber Zulkuf Karakoç, ji DÎSKê Remzî Çaliskan, ji TES-Îsê jî Alî Oncu axifîn. Kesên axifîn zêdetir li ser operasyonên tên kirin, li ser astî û li ser rewsa kedkar û karkeran daxwaziyên xwe dan zanîn.

Pistî axaftinan Koma Amed konserek pêskes kir. Mîtînga ku nêzikê 5 hezar kes besdar bûn bi aramî bi dawî bû.

Dengê Kurdistan

Back to top button