Nûçe

Li Amedê civîna ‘Yekîtiyê ya bi aqilekî kolektîf’

Mihemed Eren/Amed

Li Amedê civîna ‘Yekîtiyê ya bi aqilekî kolektîf’ Kurdan hat lidarxistin. Civîna ku li salona Otêla Dedemanê hat lidarxistin, dê heta sibê dom bike.

Armanc ji vê civînê ev e ku rewsa yekîtiya hêz û partiyên Kurdan ya pêkanîna feraset û hismendiya hevpar ya neteweyî pêk bînin, ji bo lidarxistina konferansa Neteweyî ya Kurdan hewl bidin,
ji rûdan û pêsketinên Rojhelata Navîn bê deng nemînin, bi taybet jî ji rûdanên Rojhelatê Piçûk ango li dijî êriskariya Rejîma Beas ya Sûryeyê Bêdeng nemînin û helwesteke neteweyî werbigrin.

Civîna ku nûner û serokên bir, hêz û partiyên wek HAK-PAR-ê, BDP-ê, KADEPê, OSP-ê, Demokratên Soresger, hin Parlementerên BDPê, nûnerên Komel û Dezgehên Islamî, Dezgehên Karsaz, rewsenbîr û siyasetmedarên serbixwe yên Kurd besdarbûbûn, dê çar rûnistin pêk bê û di van rûnistinan de bîr û rayên xwe eskere bikin.

Besdarvan, dê li ser mijarên wek ‘ Li Rojhelata Navîn Rîsk û berjewendiyên ku li benda Kurdan e, aqil û wicdaneke hevpar û Riknên bingehîn ya pêkve tekosÎna kurdan, di çêkirina destûra nû ya Tirkiyeyê de hebûna Kurdan û lidarxistina konferansa Neteweyî, hêvî û encamname’ biaxifin û bighêjin encamek.

Dê sibê jî di vê derbarê de encamnamek ji bo medyayê û rayagistî bê belavkirin.

Dengê Kurdistan

Back to top button