Nûçe

Li Amedê Dewreya qutabiyên Duhokê xilas bû

Li Amedê Dewreya qutabiyên Duhokê xilas bû

Dema Nû/Amed

Li ser peymaneke ya di navbera Zankoya Duhokê û ya Zankoya Dijleyê ya Amedê, dewreya sanda qutabiyên zankoya Duhokê ya li ser pisporiya piristariyê gihîst encam û xilas bû.

Sandeke ku ji 43 qutabî û mamostestan pêk dihat ku li ser vexwendina besa pizîskî ya zankoya Dijlê hatibûn Amedê, pistî dewreyeke tenduristî ya li ser pisporiya pirstariyê ango hemsîretiyê ya li ser zanabûna teknîkî ya di warê saxlemî û tenduristiyê de dewre gihîst encam û xilas bû.

Rayedarên Zankoyê ya besa pijiskî ya Amedê diyarkirin ku li ser peyman û diyaloga di navbera herdû zankoyan de sandek qutabiyan li zanko û Nexwesxaneya wan ya lêkolîn û lêgerinê dewreyeke 15 rojî dîtinê û di warê cihê cihê ya tenduristiyê de hatine agahtarkirin.

Sanda qutabî û mamosteyên zankoya Duhokê jî ragihandin ku ew ji bo hêj bêtir zanyarî û pisporiyê dewreyeke weha 15 rojî dîtinê û ev yek di warê hismendî û pisporiya wan de guhartinên berçav pêk hatine.

Mamosteyan jî minetdariya xwe ji rayedarên zankoya Dijleyê re destnîsankirin û dazanîn ku ji dewreyeke weha gelek sûd wergirtine û vê pisporiy3e li Kurdisatanê jî pêk bînin.

Herweha di heman demê de dîsa li ser peymaneke di navbera Zankoya Selahadîn û ya Zankoya Haranê ya Ruhayê de sandek ji zankoya Selahadînê li zankoya Haranê dewre dibînin.

Dengê Kurdistan

Back to top button