Nûçe

Li Amedê gorekî komî hat dîtin

Mihemed Eren /Amed

Li Amedê li nav keleya nawxwî ku berê bingeh û baregeha eskeriyê bû di destpêkê de hestiyê serê ses mirovan ku bi komî hatine vesartin, hatin dîtin.

Di 11-ê Çileya Pasîn ya 2012-an de di encama erdkoleke ku ji aliyê erdkolan ve dihat mesandin, rastî ses hestiyên serî û gelek hestiyên din hatin.

Li ser vê yekê, Dozdarê Komarî ya Amedê û tîma polêsan ya hawariyê hatin cihê navborî, legerîn û lekolîna xwe destpêkirin.

Legerîn û lekolîn dê hata demekî dom bike û rojên pês encamên wê ji raya gistîre bê eskere kirin.
Serok û birevebirên komeleya Mafê Mirovan Racî Bilîcî jî hat cihê bûyerê, pistî çavlêkirineke kurt, raya xwe eskere kir.

Bilîcî diyar kir ku ev der yek ji wan cihê kevin ya Îstixbarata Eskerî ya JITEM-ê bûye û di wê demê de gelek welatî wenda bûne an hatine qetilkirin,dibe ku ev hestî jî hestiyên ji wan welatiyên wendayî bin.

Yek ji van welatiyê Kurd, Henîfî Eren ku birayê wî wendayî ye jî dazanîn ku ev derûdor ji wendaYî û cesedan dagirtî ne û divê lêkolîneke bas bê mesandin.

Tê îdea kirin ku li vî cîhî û derdora wê cesedên gelek welatiyên ku demen tarî de hatine qetilkirin hene.

Dengê Kurdistan

Back to top button