Nûçe

Li Amedê Qadî Mihemed hat bibîranîn

Mihemed Eren/Amed

Li Amedê pêsewa û serokê Komara Kurdistan ya Mahabadê Qadî Mihemed bi merasîmek hat bibîranîn.

Merasîma ku ji aliyê Grûba Dijle Firat ya Diyalogê ve hatibû amadekirin, tê de peyama seroka Barzanî jî hat pêskêskirin.

Di rêza yadkirin û bibîranîna serok û mezinên kurdan de vê carê jî hîmdar û serokê Komara Kurdistan ya Mahabadê Qadî Mihemed hat bibîranîn û tê de bahsa rola Barzaniyê Nemir ku çawa vê komarê parastina hat kirin.

Merasîma ku li salona Kaplanê pêk hat, ligel hin rewsenbîr û nuneren partiyên siyasî, nûnerê Serok Barzanî û endamê serkirdayeta Partî Demokratî Kurdistan-PDKê Felakatîn Kakayî û prof. Dr. Sûkrîye Resûl jî besdar bûn.

Merasîm, deqek rêzgirtin û bo yadî pakî sehîdên Kurdistanê û bi xwendina Sûrûda Ey Reqîb dest pê kir

Di merasîmê de Serokê Grûba Dijle Firat ya Diyalogê Muhtîn Batmanli axaftina destpêkê kir û tê de xwest ku hemû kurd li serok û pêsewayên xwe xwedî derkevin.

Pasê ji aliyê rêzdar Felakatîn Kakayî ve peyama Serok Barzanî hat xwendin.

Di merasimê de cigirê Serokê Partima Maf û Azadiyan HAK-PARê Mehmet Vural jî axaftinak kir. Vural di axaftina xwe de bahsa rola Qadî Mihemed ya ji bo di seranseriya tevgera kurd de kir.

Merasîm pistî pêskêskirina çendî axaftinên din gihîst encam û xilas bû.

Dengê Kurdistan

Back to top button