Nûçe

Li Amedê Roja zimanê zikmakî hat pîrozkirin

Esref Çakan/Amed

Bi mebesta 21ê Sibatê roja zimanê zikmakî ya navnetweyî, partî û rêxistinên siyasî, dezgeh û saziyên sîvîl bal kisandin ser rewsa zimanê kurdî.

Li Amedê partiyên siyasî û saziyên sîvîl yên wek HAK-PAR, Komeleya ÇIRA, KADEP, ÖSP, PAK, PDK Bakûr, PDKT, Hereketa Azadî, DDKD û Oze Donis bi daxûyaniyek bal kisandin ser rewsa zimanê kurdî û xwestin hemû dam û dezgehên kurd li zimanê xwe xwedî derkevîn û hemû qada jiyanê de bikarbinin.

Daxûyaniya ku li ber plazaya AZC hat xwendin, kurmanciya wî ji aliyê Henifî Tûran zazakiya wî jî aliyê Ahmet Kasimoglu ve hat xwendin.

Di Daxûyaniya de hat diyarkirin ku di qirna sedsala 21an de xên ji gelê kurd tu gel û welatên din, bê ziman, nasname neman e.

Tevahiya daxûyaniyê li jir e.

21ê Sibatê roja zimanê zikmakî ye! Xwedî li zimanê xwederkeve!

Îro roja navnetewî ya zimanê zikmakî ye. Ev roj bi taybetî li hember hemû serdestî,zordarî, asîmîlasyonê, li gelên ku zimanê xwe dane jiyandin û bi xwîn û jiyana xwe ewgeskirine, pîroz be! Qedexekirina zimanê zikmakî û bi darê zorê pêsîlêgirtina wê, yek jimetodên klasîk ê mêtingehkaran e. Ji bo pistgirîya têkoser û parastvanên zimanêzikmak,ji bo ku di qada navneteweyî de balê biksîne ser pirsgirêkê, UNESCOyê di17.11. 1999an de roja 21ê Sibatê wek roja navneteweyî ya zimanê zikmakî diyar kir û disala 2000î de cara yekem pîroz kir.

Ev roj ji têkosîna xwendevanên Bengalî tê. Gelê Bengalî li hember biryara Pakistanê yaku dixwest zimanê Urduyî bike take zimanê fermî, serî hilda, dewleta Pakistanê biqetlîameke mezin di 21ê Sibata 1952an de ew serhildanê sikand, lê çar sal bi sûn de jîfermîbûna zimanê Bengalî qebûl kir.

Li Kurdistanê (bêyî basûrê Kurdistanê) tu statuyeke fermî ya zimanê kurdî tune. Libakurê welatê me heta çend sal berê kesên ku bi kurdî dinivîsandin, pirtûk çap dikirinan dixwendin pêrgî zîndan û îskenceyê dibûn. Di salên 1940yî de kesên ku bi kurdîdipeyivîn bi pere dihatin cezakirin. Bi 25 milyon nifûsa xwe li bakurê Kurdistanê hîn jîgelê kurd ji mafê perwerdeya bi zimanê xwe, bê par e.

Dewlet di vê serdemê de hîn jî siyaseta ‘yek al, yek gel û yek ziman’ dimesîne. Her rojaku derbas dibe, ji xwe re wek qezenceka asîmîlekirinê dihesibîne. Û bi ser de jî bêsermû bêperwa qala ‘çareserîyê’ dike. Perwerdeya bi zimanê zikmakî yek ji mafê sereke yêmirovatîyê ye, lê dewlet hîn jî ji me Kurdan re vê yekê pir dibîne û di paketa wan a ‘çareserîyê’ de jî tuneye.

Gelî hemwelatîyan!

Dewletê ji roja ewil de ji xwe re kirîye armanca sereke ku zimanê kurdî ji holê rake. Ûvê yekê ne ku bi awayekî dizî, eskere dimesîne û dike.

Zimanê me hebûna me ye, wateya miletbûna me ye. Berxwedana herî mezin li hemberkolonyalîstan, asîmîlasyonîstan, barbaran parastina zimanê Kurdî ye. Ji bo vê yekê emdikarin li hember kolonyalîstan tekosîna herî bi wate di malên xwe de bimesînin,zarokên xwe re, bi der û dora xwe re tenê bi Kurdî bipeyivin; Kurdî fêr bibin, fêr bikin,bi Kurdî bixwînin û bi Kurdî binivîsin, bes e. Dema me vê pêkanî, bêyî ku em pêbihesin em ê bi Kurdî bifikirin. Wê demê em ne tenê zimanê xwe xelas dikin, her wehaem millet û welatê xwe jî rizgar dikin!

Dengê Kurdistan

Back to top button